Çekên ku Tirkiye dişîne Sûriyeyê tên firotin
Çekên ku Tirkiye dişîne Sûriyeyê tên firotin
Çekên ku Tirkiye dişîne Sûriyeyê tên firotin
Rojnamegerê ji Sûiryeyê Malîk al-Abdeh ku li Îngîlîstanê dijî ji Ajansa Swêd Ekot re axivî û diyar kir ku çekên ku Tirkiyeyê ji Sûriyeyê re şandiye ketine destê kesên şaş û di borsaya tarî de hatine firotin.
Malîk al-Abdeh ku li Sûriyeyê hinek lêkolîn kir û bi Rayedarên Komîsyona Parastina Sivîlan (Commision for Civilians Protection-CCP) re hate cem hev, di vegera Sûriyê de ji nûçegîhanê Swêd Ekot, Kajsa Norella re axivî û da zanîn ku çekên ji CCP’ê re hatine şandin destpêkê tên depokirin û pişre difiroşin komên din.
Abdeh got çekên ji Tirkiyeyê diçînin Sûriyeyê piraniya wan ji CCP’ê re tên şandin , lê beşeke mezin ya çekan di borsaya tarî de tê firotin û di şerê li dijî Esad de nayê bikaranîn.
ÇEK JI BO SPORÊ HATINE ŞANDIN
Abdeh got CCP bi Tirkiyeyê re di nava têkiliyê de ye û li Sûriyeyê xwedî hêzeke mezin ya leşkerî ku 7-8 hezar leşkerê wê heye ye.
Demek berê dewleta tirk agahî dabû NY’ê û diyar kiribû ku Tirkiyeyê di nava 6 mehan de 47 hezar ton çek ji komên muxalîf ya Sûriyeyê re şandiye. Radyoya dewleta Swêdê diyar kir ku tenê di meha îlonê de tirkiyeyê 29 ton çek şandiye Tirkiyeyê lê wezîrê parastinê Îsmet Yilmaz îdia kiriye ku ev çek ji bo sporê hatine şandin.
CCP ÇI YE? LI KU HATIYE AVAKIRI?
CCP bi navê Komîsyona Parastina Sîvîlan wekê ku sivîlan diparêze hat avakirin, lê berovajî vê bi armanca ku komên çekdar yên li dijî esad çekan bidê hat avakirin û di nava pêvajoyê de veguherî koma mîlîs a leşkerî.
Yek ji damezrînerên komê Haytham Rahme e û heta heta navîna sala 2012’an li Mizgefta herî mezin ya Swêdê meletî kiriye.
Ajansa Ekot da zanîn ku di dawiya meha cotmehê de Rahmet çekên ji Libya, Bosna û Romanyayê girtiye, bi riya behrê û hewayî şandiye Tirkiyeyê û çek pişt re ji sînorê Reyhanli û Hatayê şandine Sûriyeyê.
Di navberê de hefteyek derbas bû, der holê ku komeke mîlîsên leşkerên çekdar ya ji 2 hezarî pêk tê ava kiriye. Têkiliyên di navbera AKP û Rahmed gelek başin û bi komên El Qaîdeyê re di nava hevkariyê de ye.
Berpirsê siyasî yê CCP’ê Nazar Hakîm diyar kiribû ku rêxistina wan ji bo cîhanê bi komên El Nusra û Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê re hevkarî pêk aniye.
JI BO TEVLI ŞER BIKIN PERWERDE DIKIN
Mehek berê di çapemeniya Swêdê de derket holê ku welatiyekî Swêdê yê 54 salî li Sûriyeyê zarokên ku temenê wan di navbera 10 û 12’an de ye ji bo ku ‘ji bo cîhadê şer bikin’ propandayê dike û wêne û fîlman nîşan dide.
Li Swêdê tevli bûna rêxistina girêdayên El Qaîdeyê wek hejmar teqez nayê zanîn. Lê hikûmet û polîsên Swêdê ji ber ku der barê çûyîna Ciwnan ya Sûriyeyê de tu hewldaneke wan tune rastî bertekên rêxistinên mafê mirovan û siyasetmedaran hat.