Cejna Vejînê li Silêmaniyê hat pîrozkirin
Li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya bi sedan kesan 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi coş hate pîrozkirin.
Li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya bi sedan kesan 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi coş hate pîrozkirin.
45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê îro li Komelgeha Geştiyariyê ya Maryana ya bajarê Silêmaniyê bi tevlîbûna penaberên ji Rojavayê Kurdistanê û xelkê Silêmaniyê bi coş hate pîrozkirin.
Şahiya pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiya Gelê Kurd destpê kir. Piştre koma govendê ya zarokên Rojavayê Kurdistanê derket ser dike û hûnera xwe pêşkeş kirin. Herwiha piştî koma govendê Koma Hûnerê ya Nisyar derket ser dike û bi pêşkeşkirina çend stranan pîrozbahiye bi coş kirin.
Di dewama bernameya pîrozbahiyê de koma govendê ya ciwanên Rojava derket ser dikê û govend kirin. Her wiha şirîniya 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li ser beşdarvanan hate belavkirin û hate xwarin.
Şahiya pîrozbahiyê heta derengiya rojê berdewam kir û li ber stranên hûnermend Ehmed Kobanê û Rêvîn Aras bi gerandina govenda azadiyê bidawî bû.