Di dema 20’emîn Mîhrîcana Çandê ya Kurd a Navneteweyî de ku li Mannheîm pêk hat, bûyerên pevçûn qewimîbûn. Li Meclisa Eyaleta Baden-Wurttemberg bi civînekê bûyer hatin nîqaşkirin. Partiya Serokwezîr Merkel CDU got ‘Pirsên bersiva wan nehatiye dayîn hene’ û parlamenterê Keskan hevkarê hikûmeta koalîsyon ya eyaletê bû Ulî Sckerl jî got; “Tu mîhrîcan heta niha wisa derbas nebibû, hemû di nava aştiyê de derbas bibûn”
Ji 100 hezarî kurdên li Ewropayê dijîn di 8’ê îlonê de li bajarê Mannheîm a Almanyayê bi dirûşmeya ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’ di 20’emîn Mîhrîcana Çandê ya Kurd de hatin cem hev. Lê polîs êrîşê zarokê 12 salî k udi destê wî de al hebû kir û piştî vê bûyer qewimîbûn. Bi sedan kes birîndar bûn û hate îdiakirin 80 polîs jî birîndar bûne.
Piştî mîhrîcanê çapemeniya Alman nûçeyên yekalî yên wekî ‘şîdeta kurd, kurdên ligel tundiyê, hêrsa kurd, kurd derketin neçîra polîsên Alman” weşandin. Wezîrê Navxweyî yê Eyaleta Baden- Wurttemberg ji partiya SPD’ê Reînhold Gall diyar kiribû dê êdî destûrê nedin xwepêşendanên wisa û xwestinê saziyên nêzî PKK’ê bên qedexekirin.
LI MECLISA EYALETÊ RUNIŞTINA GIRTÎ
Duh de barê bûyerên mîhrîcanê de li Meclisa Eyaleta Baden –Wurttemberg a Mannehîm civînek pêk hat. Rapora ku wezîr Gally der barê mîhrîcanê de amade kiribû di civînê de hate nîqakirin û partiya Serowezîr Merkel Yekitiya Demokratên Xiristiyan (CDU) berdevkê Wezîrê Navxweyî Thomas Blende got “gelek kêliyên bûyerê aşkera nebûne.”
Blenke ji ajansa nûçeyan a DPA ya Alman re axivî û wiha got: “Me ji hemû pirsên xwe re hêj bersiv negirtine.” Ji Partiya Keskan Ulî Sckerl jî got hêj pir zû ye ku ji hemû pirsan re bersiv bê dîtin. Sckerl da zanîn ku piştî hemû vîdeo bên lêkolînkirin dê bigihêjin tesbîtekê. Sckerl got; “Heta niha mîhrîcanek wisa pêk nehatibû. Hemû di nava aştiyê de derbas bibûn.
Polîsê Mannheîmê der barê bûyera wê rojê de dê raporê amade bike û meclisa eyaletê dê dîsa civînê pêk bîne. Tê texmînkirin ku rapor dê 2-3 rojan bidome. Lê piştî mîhrîcanê sendîkaya polîsan gotibû divê polîs zêdetir bihata parastin û şefê polîsan jî kesên tevli mîhrîcanê bibû sûcdar kir.
ŞEFÊ POLÎSAN: MIN DIKARÎ WÊ ROJÊ 40 HEZAR KESÎ BIGIRIM
Hefteya borî piştî mîhrîcanê kanala televîzyonê ya herêmî RNF bernameya nîqaşê ya bi navê ‘li Manneheim Kurdistana wehşî’ pêk anîbû û şefê polîsan Dîeter SChafer tevli bernameyê bibû û gotinên xwe yên hişk bal kişandibû. Schafer ku wê rojê li ser yekineya polîsan bû wiha got: “Min wê rojê dikaribû 40 hezar kes bikira binçavan. Qanûn vê rayeyê dide min. 19 mîhrîcanên berê jî pêk hatibûn li dijî qanûnên me bûn. Ev mirov vê fêm nakin.”
Şaredarê Mannehîm Dr Peter Kurz jî diyar kir ku ne mumkune ku mîhrîcan bê qedexekirin û wih agot: “Wê demê dê kaos pêk tê. Kes nekare berprisyariya vê bigire ser xwe.”
YEK-KOM jî ku ji bo bernamaya televîzyonê hatibû vexwendin, bername red kir. YEK-KOM’ê di dawiya hefteyê de bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanê daxuyanî û nûçeyên çapemeniya Alman dabû.
JI BO BADEN-WURTTEMBERGÊ QANÛNÊN TAYBET!
Di hilbijartinên adara 2011’an de rêveberiya herêmê ji CDU’yê derbasî SPD/Keskan bû. 100 hezar kurdên li Baden-Wurttemberg dijîn jî ev saleke rastî qanûnên ku li dij wan tên bikaranîn tên. Bi heman awayî cara yekemîn eyaletê di 1’ê çileyê 2006’an de ji bo serlêdana welatibûna Almanyayê penaber kirin ‘testa wijdanê.”
Di meha nîsanê de du nûnerên YEK-KOM’ê Bahattîn Dogan û Ahmet Zeyre destûra runiştina wan hatibû betalkirin û di sibatê de jî siyasetmedar û nivîskarê kurd Muzffer Ayata ji gelek mafan bêpar hatibû hiştin.