Cara 3’mîn êrîşî malbatên TAYAD’î kirin

Cara 3’mîn êrîşî malbatên TAYAD’î kirin

Malbatên TAYAD’î yên ku ji bo cenazeyê Îbrahîm Çûhadar yê li dijî qereqola polîsan ya li Taxa Gazî çalakiya întîharê kir werbigirin li ber Saziya Tiba Edlî dimînin, careke din rastî êrîşa polîsan hatin. Li gel êrîşa dawî hêjmara binçavkiriyan giha 5’an.

Malbatên TAYAD’î yên ku ji bo cenazeyê Îbrahîm Çûhadar yê li dijî Navenda Polîsan ya 75’mîn Sal ya li Sultangaziyê çalakiya întîharî pêkanî û li Saziya Tiba Edlî ya Yenîbosnayê tê ragirtin bigirin radiwestin, îro cara 3’mîn rastî êrîşa polîsan hatin.

Sibehê 2 kes binçavkirin, piştî nîvro jî polîsan bi wesayîtên TOMA ava şit û bombeyên gazê êrîşî malbatên TAYAD’ê kirin.

Polîsan duh jî 3 caran êrîş kiribû û 3 kes binçavkiribûn.