Midûrê Polîsan yê Stenbolê Huseyîn Çapkin piştrast kir ku, teqîna li Navenda Polîsan ya Sultangaziyê ‘çalakiya xwekujiye’.
Midûrê Polîsan yê Stenbolê Huseyîn Çapkin piştî êrîşê li Navenda Polîsan ya Sultangaziyê hate cihê bûyerê û hûrkolîn pêkanîn got, teqîn ji ber sedema ‘çalakiya xwekujiyê’ rû daye.
Çapkin ragihand ku, çalakvan zilamekî yê 25 salî pêkaniye, destpêkê bombeyên dest avêtine û piştre jî bombeyên li ser xwe teqandine. Çapkin diyarkir ku, “Ez niha rêxistinê nebêjim.”
Çapkin aşkera kir ku, di teqînê de 4 jê leşker 7 kes birîndar bûne lê belê dibe ku hêjmar bêguhertin.