Çapemeniya ku di dîrokê de yek ji demên herî qirêj nûnertiya li Tirkiyeyê çapemeniya girêdayî desthilatdarî û cemaetê, vê carê gotinên hevjîna polîs ya mirî berovajî kirin.
Yek ji polîsên binavê Samet Kircali ku di 16’ê Îlonê encama çalakiya gêrîlayên HPG’ê ya li navçeya Kanîreş ya Çewlikê miribû, li Îzmîrê hate veşartin.
Li gorî qismek yê çapemeniyê hevjîna polîs Samet Kircali, Duygu Kircali got, “Min ew ji Tevgera Taybet veqetand, min dil nehişt biçe çiyayan. Hêza çevîk canê min sot, ne xistin wesayîta zirxî. Bê kar ma, ji Serokwezîr re bêjin neçar ma ji bo wê bo polîs”. Lê belê berdevkê Cemaeta Gulen rojnameya Zaman ev gotin berovajî kirin.
Rojnameye ku pesnê hêzên taybet li beramberî sûcên mirovahî û şer yên li Kurdistanê dikin da, gotina hevjîna polîs ya balkişand ser “leşkerên bi pere” û “feqîriyê” weke “daxwaza herî mezin ya şehîdê polîs bûyîna Tevgervanê Taybet bû” berovajî kirin.
Rojnameya ku gotinên Kircali yên weke, “Bê kar ma, ji Serokwezîr re bêjin neçar ma ji bo wê bo polîs” jî ji nedîtî ve hat. Her wiha gotinên weke, “Min ew ji Tevgera Taybet veqetand” weke “Min jê re got ne be Tevgervanê Taybet” hate weşandin.