Cangoriyên qetlîama 10’ê Cotmehê hatin bîranîn
Cangoriyên qetlîama 10’ê Cotmehê ya Enqereyê hatin bîranîn. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku wê destûrê nedin ku doza qetlîamê were girtin.
Cangoriyên qetlîama 10’ê Cotmehê ya Enqereyê hatin bîranîn. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku wê destûrê nedin ku doza qetlîamê were girtin.
Di meha 73'emîn de li Gara Enqereyê, ji bo cangoriyên Qetlîama10'ê Cotmehê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Xizmên cangoriyan û kesên di komkujiyê de birîndar bûn tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de ji bo cangoriyan rêz hat girtin û dirûşmeya "10'ê Cotmehê ji bîr neke û nede jibîrkirin" hat berzkirin.
Seroka Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Çoşkûn, di merasîmê de axivî û diyar kir ew dixwazin li pêşiya Garê bîrdarî were çêkirin.
Çoşkûn, di axaftina xwe de bal kişand ser tundiya ku polîs di çalakiyan de li xizmên cangoriyên komkujiyê dikin û got, “Em ê destûrê nedin ku doza derbarê qetlîamê were girtin.”