Cangoriyên komkujiya Koşluyoluyê hatin bibîranîn

Cangoriyên komkujiya Koşluyoluyê hatin bibîranîn

Di 12’ê îlona 2006’an de Parka Koşuyolu ya Amedê di êrîşeke bombeyî de 10 kes ku di nava wan de zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest dan. Kesên jiyana xwe ji dest dan di salvegera mirin wan hatin bibîranîn. Di bibîranînê de serokê ÎHD a Amedê Racî Bîlîcî axivî û komkujî Koşuyolu ji ber ku ronî nebûye, komkujiya Roboskê pêk hatiye.

ÎHD a Amedê bi wesîleya komkujiya Koşuyolu ku ji aliyê Tugaya Tohildanê ya Tirk (TÎT) ve êrîşa bombeyî pêk hat û di nava wan de zarok jî hebûn 10 kesî jiyana xwe ji dest merasîmek pêk hat. Ligel nûnerên ÎHD’ê , xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane tevli merasîmê bûn. Wêneyên kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dane hatin hildan. Di merasîmê de serokê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku ev komkujiyên bi vî rengî berê jî pêk hatine û wiha got: “Li vir li hemberî mirovahiyê sûc hatiye kirin û 10 kes hatine qetilkirin. Bi rastî ev komkujî ne yekemîn e û ne jî ya dawî ye. Berê jî pêk hatin. Hêj du li Dîlokê pêk hat. Zarokê 6 salî ji nava me girtin. Ji ber vê jî ev komkujiyeke girîng e. Divê êdî em bi rastiyan re bên rû hev. Ger ku em bi rastiyan re bihata rû hev dê komkujiya Roboskê pêk nehata. Ev polîtîkayên der barê reşkirina polîtîkaya me de ne.

Bîlîcî da zanîn ku di 21’ê tebaxa 2011’an de balafirên tirk qada Kortek a Qendîlê bombebaran kir û di wir de 7 welatiyên sivîl hatin qetilkirin û wiha got: “Berê li Kurdistanê malbat qetilkirin. Roboskê hêj disekine. Ez van komkujiyan hemûyan şermezar dikim. Divê êdî welat bi rastiyê re bê rû hev. Rastî pirsgirêka kurd e. Êdî divê ev bi polîtîkayeke aştiyane bê çareserkirin.”

JI BAVEKÎ JI BO ERDOGAN PIRS…

Di merasîmê de dayikan Rohilat Marangozê k udi komkujiyê d ejiyana xwe ji dest da Gulîstan Marangoz axivî û wiha got: “Zarokê min kuştin. Ez dê ji doza xwe paşve gavê navêjim. Bila kujerên rast derxin holê. em dayik tu carî li hemberî neheqiyan serî natewînin. Bila xweda ji Erdogan re heqê me nehêle.” Bav Burhan Marangoz jî wiha got: “Erdogan qet zarokên te hatine kuştin? Qet zarokê te li leşkeriyê hatiye kuştin, malbata te qet hatiye qetilkirin? Kesên komkujî pêk anîn êşa me parve nake, ji ber ku wijdana wan tune.”

Piştî axaftina qurnefîl danîn cihê komkujiyê. Ji malbatekî Remziya Aslan jî demên hestiyar jiya û got ew nekare muzîkekê guhdarî dike ne jî dikare biçe şînekê û rondikên çavan barand.

ABDULLAHÊ 6 MEHÎ Û YÊN DIN

Di teqîna koşuyolu ya Amedê de di nava termosekî de bombe hatibû bicihkirin û bombe teqiyabû. 10 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Ji malbata Çetînkaya Abdullahê 6 mehî, Nazar (2) Nazlican (4) û ji malbata Demîr, dayik Faîde û zarokên wê Şîlana 6 mehî, Zîlan (8), Evîn (10) û Mizgîn (12) salî jiyana xwe ji dest da. Her wiha Hasan Marangozê 14 salî û Rojhilat Aslanê 28 salî jî di nav de bû. Kesê komkujî pêk anîn Murat Ekîn, Burhan Guneş û Hîkmet Topal, ji ber sûcê yekitiya dewletê xera dike carekê, ji ber kuştina bi qestî 10 caran, bi gitşî 11 caran cezayê mubetê lê hatibû birîn.