Çalakvanên 15’ê Îlonê ketin rêyan

Çalakvanên 15’ê Îlonê ketin rêyan

Ji bo protesto kirina sîstema perwerdeya 4+4+4 ku dê 5’ê Îlonê li Enqereyê mitîng were pêkanîn, kedkarên dê tevlî mitîngê bibin ji Êlihê ketin rê. Hêzên demokrasî yên li Enqereyê jî banga tevlîbûna mitîngê kirin.

Mitînga ku dê li Enqereyê ji bo protesto kirina sîstema perwerdeya 4+4+4 ku bi tevlîbûna 38 bajaran pêkbê nêz dibe. Aliyê mitîngê yê Êlihê îro ketin rê.

Kedkarên ku bi sloganên “Perwerdeya bêpere, zanistî û zikmakî” heya Mala Mamosteyan meşiyan, dê li ji Êlih-Amed, Amed-Riha, Riha-Semsûr piştî 4 rojan bigehin Enqereyê.

KESK, DÎSK, TMMOB û TTB jî banga tevlîbûna mitînga Enqereyê kirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ku li ber Birdariya Mafê Mirovan ya li ser Rêya Yuksek hate kirin de, Sekreterê Giştî yê KESK’ê Îsmaîl Hakki Tombûl axivî û banga tevlîbûna mitînga li Qada Sihhiyeyê kir.