Çalakiya nobetê ya li ber KE’yê di roja 86’emîn de ye

Çalakiya nobetê ya li ber KE’yê di roja 86’emîn de ye

Nobeta ji bo azadiya Ocalan li ber Konseya Ewropayê (KE) ya li bajarê Franse Strasbourgê di 25’ê hezîranê de dest pê kir, berdewam dike.

Nobet bênavber a ku ji aliyê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî ve hatiye destpêkirin, di roja 86’emîn de ye. Çalakiya nobetê ya ku bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 86’emîn de ye û ji aliyê koma 13’emîn ve dewr hate girtin.

Nobet her hefte ji aliyê komek ji 5 kesan a bajarek cûda yê Ewropayê ya tên, dewr tê girtin. Di vê hefteyê de nobet ji aliyê koma ji bajarê Toulouseyê ve hatibû, dewr hate girtin.

Di nava çalakgeran endamê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî Seîd Yildirim jî heye. Yildrim bang li hemû gelê Kurd ku ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.

i daxwaza ji Ocalan re azadî, ji gelê kurd re statuya siyasî di navbera 1-18 sibatê de di navbera Cenevre û Strasbourgê de ligel hewaya sar bi sedan kesî dest bi meşa dirêj kiribû. Meşa ku bi kîlometreyan didomiya piştî vê li Strasbourgê 15 kurdan di 1’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorneveger û bê dem kiribû. Grev 52 rojan berdewam kiribû. Bi hezaran kesî jî bi grevên dorveger piştgirî dabû çalakiyê.