Bûyerên li Geverê bi dawî bûn

Bûyerên li Geverê bi dawî bûn

Li geverê bûyerên ji ber ku ciwanan xwestin dîrekên mobese jêkin derketin ku bi dawî bûn, bi tîmên taybet û panzerên leşkerî mudaxeleyî ciwanan hat kirin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê, ciwanên rûyê wan pêçandî, mertalên li ser YDG-H nivîsandî hilgirtibûn, xwestin dîrekê mobese bi tûpê oksîjenê qut bikin. Polîsên ku tevahiya rojê li Kolana Eczane rawestiyabûn, bi maşîneyên zirxî, bombeyên gazê û gulleyên plastîk mudaxeleyî ciwanan kirin. Polîsan bi maşîneyên zirxî yên kobra, panzerên leşkerî ku berê nehatibûn bikaranîn navenda çarşiyê dan ber bombeyên gazê û gulleyên plastîk. Ciwanên ku bi bombeyên deng û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan, li kolanan bend danîn. Bûyerên ku di serma di bin sifirê 10 de bi saetan dewam kir, piştî ciwanan xwe vekişandin kolanan bi dawî bûn.
Xwendekarên diçûn dibistanên xwe û welatî ji gazê bandor bûn.