Buldan serdana karkerên tekstîlê kir

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan serdana karkerên tekstîlê kir û cejna wan pîroz kir. Buldan got ji bo dahatuya karkeran hilbijartin bivênevê ye.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li navçeya Pendîkê ya Stenbolê li taxa Kaynarcayê serdana karkerên tekstîlê kir.
 
Buldan dema serhildanê bal kişande ser êrîşa li ser navenda giştî ya partiya wan û got li pişt êrîşa li ser partiya wan, di serî de Wezîrê Karê Navxwe, hikûmeta Tirk heye.  Buldan got, ''Wezîrê Karê Navxwe bi lezgînî divê îstîfa bike. Ji ber ku HDP ne partiyeke biçûk û basît e. Bi milyonan mirov dengê xwe danê. Divê êrîşa li ser wir ne ew qasî hêsan be. Em êrîşê şermezar dikin û dixwazin berpirs werin dîtin.''
  
Buldan bi berdewamî diyar kir AKP nema dikare Tirkiyê rê ve bibe, careke dî banga hilbijartina pêşwext kir û got, ''Ji bo dahatuya hevpar a gelên Tirkiyê, ji bo dahatuya karker, kedkar, jin, zarok, ciwanAn hilbijartina pêşwext bivênevê ye.''
 
Buldan bal kişande ser êrîşa li Mêrsînê jî û got, li pişt her êrîşa li ser Kurdan rêveberên Tirkiyê hene.