Bûldan serdana dayika Gokkan a rehîn girtiye, kir
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan serdana dayika Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan Lutfiye Gokkan kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan serdana dayika Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan Lutfiye Gokkan kir.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu û Mahmût Togrûl û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê serdana dayika Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a girtiye Lutfiye Gokkan li mala wê ya li Gundê Kulunçe ya Navçeya Pirsûsê kirin. Şandeya ku piştî girtina nobeda sembolîk a li şûna malbata Şenyaşar derbasî Pirsûsê bû û Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê ziyaret kir. Gelek kes beşdarî serdanê bûn.
Şande piştre di dorpêça polîsan de derbasî mala Gokkan a li Gundê Kulunçe bû. Dayika Lutfiye Gokkan a şande pêşwazî kir, siyasetmedarên jin ên girtî bibîr xistin û wiha got: “Bi sedan keçên me yên ciwan bi awayekê ne heq di girtîgehan de tên girtin. Îro ne tenê du keçên min hene, bi sedan keçên min hene.”
Piştre Pervîn Bûldan, bal kişand ser êrîşên li dijî têkoşîna jinan û got: “Ayşe Gokkan kedek mezin ji bo têkoşîna jinan da. Ji ber vê bi awayekê ne heq hat girtin. Me xwest li ser navê hemû hevalên xwe yên jin we ziyaret bikin û silav ji Ayşe Gokkan re bişînin. Li vî welatî, li ser vê erdnîgariyê mafên jinan parastin, kirine sûc. Ayşe Gokkan jî mafên jinan diparast û ji bo têkoşîna jinan ked mezin dida. Îro bi awayekê ne heq di girtîgehê tê girtin. Ji ber vê me xwest em dayika wê ziyaret bikin.”
Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan û yên pê re, piştî serdanê derbasî Rihayê bûn.