Bûldan: AKP’e dixwaze bêzar bike, gelê Kurd gavê paş de navêje

Endama Heyeta Îmraliyê û Parlamentera HDP’ê Bûldan xwest ku tecrîda li ser Ocalan demildest bi dawî bibe. Bûldan destnîşan kir ku AKP’e serî li polîtîkayên bêzarkirinê dide, lê gelê Kurd gavê paş de navêje.

Endama Heyeta Îmraliyê û Parlamentera HDP’ê Bûldan xwest ku tecrîda li ser Ocalan demildest bi dawî bibe. Bûldan destnîşan kir ku AKP’e serî li polîtîkayên bêzarkirinê dide, lê gelê Kurd gavê paş de navêje.

Şaxa Stenbolê ya Komaleya Kesên Xizmên Xwe Windakirine (YAKAY-DER),  7. Kongreya xwe ya Asayî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bagcilar li dar xist. Endama Heyeta Îmraliyê û Parlamentera HDP’ê Pervîn Bûldan jî tevlî kongreyê bû.

Piştî rêzgirtin û hilbijartina dîwanê, Hevserokê Şaxa Stenbolê ya YAKAY-DER’ê Welat Demîr axivî, got bi salan e têdikoşin, YAKAY-DER jî di encama xebatên Bûldan de hatiye avakirin.

Demîr diyar kir ku têkoşîn bi demê re li girseyên mezin belav bûye, got îro malbatên kesên ku di qetlîamên Pirsûs û Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane jî tevlî wan bûne. Piştî Demîr, malbatên endamên YAKAY-DER’ê axivîn, peyamên têkoşîna hevpar dan.

‘DIXWAZIN BI TECRÎDÊ GEL BÊZAR BIKIN’

Endama Heyeta Îmraliyê û Parlamentera HDP’ê Pervîn Bûldan jî bersiv da rexneyên ku bê çima parlamenter ne li qadê berxwedanê ne, wiha got: “10 wekîlên me li Cizîrê, 10 li Sûrê, 10 li Nisêbînê, 3 jî li Enqereyê di greva birçîbûnê de ne, yek jî li Kadikoyê li cem jinan e, yek jî va li vir e. Em her tim li cem gelê xwe ne.” Bûldan ragihand ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti agahiyê nagirin û bi tecrîda li ser Ocalan ve hewl didin gelê Kurd bêzar bikin, xwest ku tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin.

‘BI PAŞ VE GAV TINEYE’

Bûldan diyar kir ku AKP’e polîtîkayên ji bo bêzarkirina gelê Kurd dimeşîne, lê gel paş de gavê navêje.

Bûldan bang li gelên li rojava dijîn jî kir, destnîşan kir ku dema gel mil bi mil bin wê aştî were.