‘Budçeyê ne ji şer re lê bila ji gel re veqetînin’
Xelkê Sûrê têkildarê krîza aboriye û zemên zêde ku hefteyên dawîn hatin kirin, diyar kir ku dewleta Tirk budçeya ji şer re vediqetîne bila ji bo gel veqetîne.
Xelkê Sûrê têkildarê krîza aboriye û zemên zêde ku hefteyên dawîn hatin kirin, diyar kir ku dewleta Tirk budçeya ji şer re vediqetîne bila ji bo gel veqetîne.
Ji ber ku dewleta Tirk di polîtîkayên şer de israr dike, krîza aboriyê her ku diçe mezin dibe. Hikûmet li dijî enflasyonê rêjeya faîzê bilind kir, lê dîsa nekarî ber li zemkirina tiştan bigire.
Xelkê Sûra Amedê, li ser bandora krîza aboriyê ya li ser wan ji ANF’ê re axivî. Xelkê Sûrê got ku bi zeman bi neyînî bandor li jiyana wan dibe û da xuyakirin ku desthilat budçeya ji bo şer vediqetîne divê ji bo gel veqetîne.
Xelkê Sûrê ji ber bandora zem û krîza aboriyê ya li ser wan wiha bertek nîşan da:
‘TU TAQETA ME NEMAYE KU EM DI VAN ŞERTAN DE BIJÎN’
Yalçın Aras: “Krîza aboriyê ne bi tenê li min li hemû Tirkiyeyê bandorê dike. Buhayê tiştan her roj diguhere. Bi zorê em debara xwe dikin. Rewşa kesên bi mehaneya herî kêm dixebitin pir xerab e. Ew maye ku gel serî rabike. Em nikarin ji marketan danûstandinê bikin. Her roj zem li sotemeniyê tê kirin. Tu taqeta me nemaye ku em di van şertan de bijîn.”
Zulkuf Şen: “Ez xebatkarê ewlehiyê me û çar zarokên min hene. Aborî çûye. Buhayê îro û sibehê hev û din nagire. Min ne bawer e ku ji niha û pê ve baş jî bibe. Di warê pereyî de mirov ji neçarî bi malbata xwe re jî dikeve ber hev. Lewra mirov nikare zarokên xwe xwedî bike. Lewma tu hizûr di nav malê de namîne.”
‘XELKÊ XIZAN MIRIYE ÊDÎ’
Mecît Tûrgay: Xelkê xizan miriye êdî. Para zêde yên li Enqereyê dixwin. Mehaneya herî kêm zêde dikin lê di heman demê de xwediyên marketan, yên tiştan li ser hev difiroşin û firûn jî buhayên tiştan zêde dikin. Parlamenter mehê 70 hezar lîre dîstinin, lê ji sedî 25 zem li mehaneya teqawidan tê kirin. Li welatekê şer lê hebe, aborî baş nabe. Divê pêşîn şer û nelirêtiyê biqedînin da ku aborî rast bibe. Pere li şer tê xerckirin, li çandinî, tenduristî û aboriyê bê xerckirin wê welêt bi hewayê bikeve. Desthilat ne li xwe lê divê li gel bifikire.”
Mûstafa Demîr: “Bi mehaneya herî kêm bi zorê debara min dibe. Divê dewlet li yên betal bibe xwedî, derfeta kar bide. Ez nikarim bizewicim ji ber ku zêr û dolar firiyane. Jiyana di van şertan de ji mirov re giran tê.”
‘PIRSGIRÊKÊN ME YÊN ABORIYÊ NAQEDÎN’
Suleyman Dûrsûn: “Pirsgirêkên me yên aboriyê naqedin. Ez 63 salî me. Fatûre û heqê rê jî bikeve ser mirov wê çi bixwe?”
Alî Îhsan Okçû: “Çandinî, sewalvanî û cotyarî li vî welatî qediyabin, bipêşveçûn êdî zor e. Û mirov li welatekî bi welatiyên xwe re şer bike, jixwe piraniya pereyê ku tê, diçe ji şer re. Serokkomar ku îro mehê 100 hezar lîre distîne, ji sedî 40 zem li mehaneya xwe dike lê ji sedî 25 zem li mehaneya yên teqawid dike. Divê mirov aştiyê li welatê xwe pêk bîne û bi pişt re bi cotyaran re bibe piştgir. Wiha berdewam bibe, wê şerekê navxweyî li welêt biqewime. “
Îsmaîl Ergen: “Aborî têk çûye. Ciwan ne dikarin tu pêşerojekê ji xwe re ava bikin ne jî bizewicin. Dolar her roj radibe. Ev bi neyînî bandorê li bazarê jî dike. Zem li her tiştî dibe.”