BMG: Helwesta pratîk a li dijî êrîşan peywireke dîrokî ye
Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) bal kişand ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û got “Helwesta pratîk a li dijî êrîşan peywireke dîrokî ye.”
Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) bal kişand ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û got “Helwesta pratîk a li dijî êrîşan peywireke dîrokî ye.”
Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) a ku DBP, ESP, MBD, SMF û Partîzan tê de cih digirin di 4’ê Sibatê de hatibû damezirandin. BMG’ê li dijî êrîşên li ser Avaşîn, Zap û Metînayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya BMG’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Dewleta Tirk bi alîkariya dewletên emperyalîst li dijî herêmê êrîşeke dagirker daye destpêkirin. Ev êrîş hemûd destkeftiyan dike hedef. Di vê dagirkeriyê de tê dîtin berxwedana li dijî hemû êrîşên dixwaze destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake, peywireke dîrokî ye.
Desthilatdariya AKP û MHP’ê êrişî neteweya gelê Kurd û destkeftiyên wê dike, girseyên karker û kedkar ên Tirkiyeyê jî bi nijadperestiyê jehrî dike.
Ev êrîşên tên kirin ne bi tenê li dijî Başûrê Kurdistanê ye. Bi vê êrîşê re hemû parçeyên Kurdistanê dibin hedef. Bi vê êrîşê re dewleta Tirk a dagirker dixwaze li Başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî ava bike û hejmara baregehan zêde bike, şoreşa Rojava têk dibe, bi destê çeteyên şerîatîst demografiya Rojava biguherîne û destkeftiyên demokratîk ên gelê Kurd tasfiye bike.
Parastina van destkeftiyên gelê Kurd çîna karkeran di serî de peywira bingehîn a hemû dînamîkên demokratîk û pêşverû yên şoreşger û demokratîk e.
Çîna karkeran di serî de em bang li hemû kedkar, dînamîkên civakî yên şoreşger û demokratîk dikin ku li dijî vê dagirkeriyê helwesta xwe diyar bikin û têkoşîna şoreşger a yekgirtî geş bikin.”