Biryara girtinê ya der barê Pinar Selek de hat rakirin

Biryara girtinê ya der barê Pinar Selek de hat rakirin

Sosyolog Pinar Selek a berê ji doza Çarşiya Misir du caran hat beraetkirin, darizandina wê îro dewam kir.

Parêzerê Selek, Akin Atalay xwest dadgeha xwecihî biryara Dadgeha Bilind a ji bo xerakirina biryara mûebetê daye pêk bîne.

12. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ku piştî girtina biryarê, biryara xwe aşkera nekir, biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind pejirand û biryara girtinê ya der bare Selek de rakir. Rûniştina dozê taloqî 5’ê Kanûnê hat kirin.

Rûniştina doza îro endamên "Platforma Em hê Şahid in/Halen Tanigiz" şopandin.

Di teqîna 9’ê Tîrmeha 1998’an li Çarşiya Misirê rû da de 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 127 kes jî birîndar bibûn. Piştî biryarê Sosyolog Pinar Selek a der barê wê de doz hat vekirin, du caran hat beraetkirin. Lê 12. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di darizandina 3. de cezayê girankirî yê mûebetê lê birî.

9. Daîreya Cezaya ya Dadgeha Bilind xwest doz ji usul xera bibe.