Biryara di der barê Fincanciyê de hat protestokirin

Biryara dewamkirina li dîlgirtina Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanciyê, hat protestokirin.

Rûniştina doza Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) ku ji ber nirxandina dîmenên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, bi îdiaya “propagandayê rêxistinê“ hat girtin û darizandin, li Dadgeha Cezayên Giran a 24’emîn a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Piştî rûniştinê ku Fîncanci nehat berdan, bi armanca protestokirinê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Gelek parlamenterên HDP û CHP’ê, endamên Konseya Navenda TTB’ê, ji gelek welatan nûnerên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û nûnerên partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeya “TTB, rûmeta me ye“ û “Fîncanci rûmeta me ye“ hatin berzkirin.

BONEYA QEWILÊ MAQÛL Ê DADGEHÊ

Merîç Eyuboglûyê parêzerekê Fîncanciyê diyar kir ku di nava hefteyekê de du rûniştin hatine dîtin û got: “Em li hêviyê bûn ku doz îro biqede û bi hêviya ku Mamoste Şebnemê bigirin û biçin hatin vir lê dadgehê biryara dewamkirina li girtina wê da. Li gor dadgehê ka 2 meh çi ne. Yê/a li vî welatî bikeve girtîgehe divê pir di girtîgehê de bimîne.“ Eyuboglû anî ziman ku ew dev ji israra xwe bernadin.

‘ŞERMEK E LI SER NAVÊ DEMOKRASIYÊ’

Serokê Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ê duyemin Alî Îhsan Okten metinê daxuyaniya ji bo çapemeniyê xwend. Otken bal kişand ser zextên li Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Şebnem Korûr Fîncanciyê tên kirin û diyar kir ku rêgezên dewleta hiqûqê ya demokratîk û xweseriya zanistî ya zanyaran tune tên hesabkirin û wiha got: “Bi biryara dewamkirina li girtina wê, me dît ku xerabiya bi armanca çewisandin û bêdengkirinê ye ku berdewam e. Ev rewş li ser navê demokrasiyê şermek e ku nabe mirov qebûl bike.“

‘BANGA BILA TTB BÊ GIRTIN NE LÊRASTHATINÎ YE’ 

Otuken ragihand ku destwerdanên wiha yên antîdemokratîk ên bi ser rêgezên serxwebûyîna pîşeyî ya TTB’ê tên kirin bi armanca çavtirsandinê ne û got: “Deshilatdariyê qîma xwe bi vê neaniye, bi ser de ji bo ji erka xwe bê bidûrxistin dozname amade kiriye û demên dawîn lêpirsîn li hemû endamên Konseya Navendî kirine. Tiştê em ji van hemû geşedanan fêm dikin ew e ku tevahiya rêxistinî ya TTB’ê rû bi rûyê gefan e. Banga ‘Bila TTB bê girtin, navê wê bê guhertin, rêveberên wê bên girtin’ ne lêrashatinî ye. Bila zextên li ser TTB’ê bi dawî bibin.“

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.