Biratiya Misilman li Misirê bi ‘rêxistina terorê’ hat îlankirin

Biratiya Misilman li Misirê bi ‘rêxistina terorê’ hat îlankirin

Li Bajarê Mensûr ê Misrê navendeke Ewlekariyê rastî êrîşa bombeyî hat. Di encama êrîşê de 14 kesan jiyana xwe jidest dan û 96 polîs jî  birîndar bûn. Piştî êrîşê Serokwezîr Hazim Beblavî diyar kir ku wan Tevgera Biratiya Misilmanên  wek ‘rêxistina terorê’ pejirandine.

Der barê êrîşa Dekhaliyyeyê de Wezîrê Tenduristiyê Mecdî Hicazî daxuyaniyekî da û ragihand ku di êrîşa li ser avahiya Muduriyeta Ewlehiyê ya el-Mansurayê de 14 kes mirine û 96 kes jî birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê jî avahiya ku 5 qat piraniya wê hatiye hilweşandin, stasyona sotemeniyê û wesayîtên li nêzî avahiyê şewîtîne. Hat ragihanidin ku hinek cihên kar û mal jî ziyanên mezin dîtîne.

Piştî bûyerê Serokwezîr Hazim Beblavî daxuyaniyek da û anî ziman ku wan Tevgera Biratiyên Misilman weke rêxistineke terorê pejirandîne.

Piştî şerê hundirîn, Mihemed Mursî di 3’ê Tirmehê de bi derbeya leşkerî ji Serokkomariyê hat daxistin.

Leşkerên ku Mursî ji desthiladeriyê danîn xwarê, welet di rewşa defakto de bi rêve dibin. Di encama derbeyê de nêzî hezar kesan jiyana xwe jidest da. Bi hezaran kes jî hatin binçav kirin. Piştî derbeyê êrîşên bi çek zêde bûn.