‘Bi van guherînan ji bo îşkenceyê dê lêpirsîn jî neyê vekirin’
‘Bi van guherînan ji bo îşkenceyê dê lêpirsîn jî neyê vekirin’
‘Bi van guherînan ji bo îşkenceyê dê lêpirsîn jî neyê vekirin’
Piştî operasyonên nelêrêtiyê guherîna di rêziknameyê de hat kirin de ne tenê ji bo nelêrêtiyê, dê pêşî li lêpirsînên sûcên tecawiz û îşkenceyê jî bigire. Parêzera ÎHD’ê Gulîzar Tuncel da zanîn ku bi vê rêziknameyê dê agahiya hikûmetê ji her lêpirsînê hebe û got: “Ev sererastkirin, di binpêkirina mafê mirovan de ku wek îşenceyê tên binavkirin, dê dîsa raste rast bê astengkirin.
Sererastkirinên di Rêziknameya Edlî de hatiye kirin de tenê di çarçoveya nelêrêtiyê de hat nîqaşkirin. Lê vê sererastkirinê ligel lêpirsînên nelêrêtiyê, rê li ber bêceza hiştina sûcên wekê îşkence, taciz, tecawiz û îstîsmarkirina zarokan vekir.
Endama ÎHD’a Stenbolê parêzer Gulîzar Tuncel da zanîn ku ev guherîna rêziknameya mijara gotinê ye mudaxaleya vekirî ya li darazê ye û got: “Her kes dibîne ku ev daraz ne serbixwe ye. Di demên dawî de ji ber pevçûna di navbera cemaat-hikûmetê de bi lez û bez guherîn hatin kirin û ev guherînên bi vî rengî jî tê wateya mudaxalekirina dozên ku di pêşerojê de bê vekirin.
Gulîzar Tuncer got bi van guherînan heta ku polîs agahiyê nede merciyên jor nekare operasyonan pêk bîne û got: “Li gorî heta polîs û leşker agahiyê nedin merciyan û rayeyê negirin, nekarin operasyonan bikin.”
Tuncer îtîrazê nîqaşên ku tenê di çarçoveya nelêrêtiyê de hatiye kirin kir û wiha got: “Ji bo me aliyê ku zêdetir me eleqeder dike eve ku ev sererastkirin pêşî li lêpirsînkirin û cezakirina sûcdarên ku sûcên giran yên mirovahiyê pêk anîne digire. Ev nêzîkatiyeke pir bi xetere. Teqez divê pêşî li vê bê girtin.
OPERASYON BEYÎ KU DEST PÊ BIKE DÊ BIQEDE
Tunceber di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku bi van guherînan, beriya ku operasyonek bê destpêkirin dê Walî, Wezîrê Karê Hundir û Serokwezîr bê agahdarkirin û got: “Ev jî tê vê wateyê, beriya ku operayon destpê bike dê biqede.”
Tuncer got bi vê guherînê ne tenê polîs an jî leşker, dozger jî dê derbarê asta lêpirsînê de agahiyên nivîskî bide serdozger.
VEŞARÎBUNA LÊPIRSÎNÊ DÊ BÊ BINPÊKIRIN
Tuncel di bedewamiya axaftina de destnîşan kirin ku agahiyên ji serdozgeriyê re bê ragîhandin dê ji wir bigihînin wezareta dadê û ji wir jî bigihêje hikûmetê. Tuncel da zanîn ku bi vî awayî rêgeza veşariya lêpirsînê dê bê binpêkirin.