Bi Pirsûsê re qetlîam hatin destpêkirin

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tûlay Hatîmogullari, diyar kir ku bi qetlîama Pirsûsê re qetlîamên din hatine destpêkirin û divê mirov bêyî bertek nemînin.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tûlay Hatîmogûllari, bal kişand ser komkujî, polîtîkaya bêcezakirinê û sazîbûna faşîzmê û diyar kir ku yekane rê, berfirehkirina têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê ye.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogullari di salvegera 8’emîn a Komkujiya Pirsûsê de ji ANF’ê re axivî. Hatîmogullari got, “Jibîrkirina Pirsûsê tê wateya jibîrkirina zincîrên qetlîamên ku ji sala 2015’an û vir ve dest pê kirine. Di encama amadekariyên ku hikûmeta AKP’ê dema biryara guhertina rejîmê da, bi taybet bi komkujiya Pirsûsê û bi van komkujiyan re, bi afirandina împaratoriyeke tirsê, zext li civakê kir. Piştî Pirsûsê jî gelek qetlîam hatin kirin û ev qetlîam ji bo ku gel danekevin kolanan, li hev kom nebin û berxwedana demokratîk bilind nekin, hatin kirin. Wekî zincîra qetlîamên ku hatibûn plankirin bû.”

Hatîmogûllari bal kişand ser krîzeke kûr a ekonomiyê û bêdengiyê li hemberî wê got “Mînak ger ev buhabûn beriya Komkujiya Pirsûsê pêk bihata, bi taybetî jî bi kooperatîfên veguheztinê re wê têkilî bihatina danîn û wê protesto mezintir bibûna. Vê hikûmeta ku Rewşa Awarte ragihandibû û piştî rakirina wê jî bi Rewşa Awarte û qanûnên leşkerî hikum kiribû, bi armanca tepeserkirina çalakiyên bêîteatiya sivîl û daxwazên demokratîk ên civakê, rejîmê xwest xwe wisa ava bike.”

DIVÊ EM LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ BIBIN YEK

Hatîmogûllarî her wiha bal kişand ser polîtîkayên bêcezakirinê yên li hemberî qetlîamên li Tirkiyeyê tên meşandin û destnîşan kir ku li hemberî van hemû komkujî û polîtîkayên bêcezakirinê divê têkoşîn bê mezinkirin. Hatîmoglû got: “Dema em li dosyayên van dozan dinêrin, tê dîtin ku di bin pergala bêcezakirinê û mertalê parastinê de çawa vê yekê dikin. Helbet em nikarin vê yekê qebûl bikin. Divê em ne tenê hesabê van qetlîaman bipirsin, ji bo qedandina pêkanînên faşîst jî têkoşîna xwe bilind bikin. Divê em li dijî faşîzmê têkoşîneke demokratîk a yekbûyî pêk bînin.  Dema em vî tiştî bikin wê şansa me ya serkeftinê bilind be û tekane rê jî ev e.”