‘Bi pêşniyaza ku desthilatdarî dike kedkar û teqawid wê yekcar xizan bibin’
Platforma Şaxan a Stenbolê ya KESK’ê, komeqanûna ku desthilatdarî dixwaze li meclîsê bê qebûlkirin û zema kêm a ji bo mûçeyên karmend û teqawidan li Kadikoyê protesto kirin.
Platforma Şaxan a Stenbolê ya KESK’ê, komeqanûna ku desthilatdarî dixwaze li meclîsê bê qebûlkirin û zema kêm a ji bo mûçeyên karmend û teqawidan li Kadikoyê protesto kirin.
Platforma Şaxan a Stenbolê ya KESK’ê, komeqanûna ku desthilatdarî dixwaze di meclîsê de bê qebûlkirin, zema kêm ku mûçeyên karmend û teqawidan kiriye, li ber Operaya Sureyya ya Kadikoyê şermezar kirin. Çalakî, bi tevlêbûyîna Yapi-Îş, Sendîka Hemû Kedkaran û gelek kesan li dar ket. Gava çalakiyê pankartê li ser “Em di sînorê birçîbûnê de dijîn. Mûçeyê kedkarên giştî divê di ser sînorê xizaniyê re be” nivîsandî, hat vekirin. Bêyî sekin dirûşmeyên “Em xwe nadin destê zema sefalete”, “Serkeftin wê bibe ya kedkarên berxwedêr” û “Bila bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî” hatin berzkirin.
'DESTHILATDARÎ BI HÎLEYAN LÊÇÛNA ZÊDE DIXE STÛYÊ KEDKARAN Û XELKÊ'
Berdevka Platforma Şaxên Stenbolê ya KESK’ê Ayfer Koçak ku daxuyanî xwend, bi bîr xist ku ji bo desthilatdarî sozên beriya hilbijartinê dane bi cih neyne, serî li her hîleyê dide û destnîşan kir ku bi pêşniyazkirina komeqanûna dawîn bac û lêçûna zêde dixe stûyê kedkaran û xelkê.
'WÊ TÊKOŞÎNA ME LI DIJÎ VAN POLÎTÎKAYÊN GEL NAYÊ HESABKIRIN, BERDEWAM BE'
Koçak anî ziman ku bi pêşniyazkirina qanûnê ku wê budçeya sala 2023’yan ji sisêyan zêde bibe, wê barê kedkaran yekcar zêde bibe, ji ber ku wê ji berê bêhtir bacê bidin. Koçak bi lêv kir ku ew pêşniyaza desthilatdariyê ya ku pê mafê budçe yê gel û kedkaran nayê hesabkirin û wê kedkarên giştî û teqawid yekcar xizan bibin, qebûl nakin û wê KESK li dijî polîtîkayên desthilatdariyê ku hesabê gel nake li têkoşîna xwe dewam bike.