Bi hezaran kesî qetlîama Parîsê şermezar kirin
Ji bo protestokirina qetlîama Parîsê bi hezaran kes ji ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya heta Buroya Enformasyonê ya Kurdan meşiyan.
Ji bo protestokirina qetlîama Parîsê bi hezaran kes ji ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya heta Buroya Enformasyonê ya Kurdan meşiyan.
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye ji bo bîranîna Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), muzîsyenê li sirguniyê Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Aburrahman Kizil, bi hezaran kesan dest bi meşê kirin. Meş li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya dest pê kir. Çalakvan heta Buroya Enfermasyonê ya Kurdan a li Gare Nordê ku qetlîama yekemîn, meşiyan.
Malbatên di rêza pêş a korteja meşê de wêneyên şehîdên qetlîama Parîsê hilgirtin û li pişt wan jî hunermendên TEV-ÇAND’ê cih girtin. Çalakvan sloganên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’û ‘Jin, jiyan, azadî’ diqîrin.
Berdevkê Dîplomasiyê yê CDK-F Agît Polat li pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurd axivî. Polat bang li Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron kir û got, "Eger li van axan komkujiyeke nû neyê xwestin, divê pêşî li komkujiya 9'ê Çileyê bê ronîkirin. Ev peywira sereke ya serokwezîrê welatekî ye. Divê biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê jî bê rakirin."
Polat bal kişand ser daxuyaniya ku îro dozgeriyê daye û got, "Em qebûl nakin ku li ser bingeha nîjadperest, were nirxandin.”
Li ser navê TJK-F’ê jî Bêrîvan Firat axivî. Firat got, "Eger we qetlîama duh ronî bikira, wê îro Evîn, Mîr û Abdurrahman sax bûna."
Firat got “Kesên ku me qetil dikin, divê bizanibin em stûyê xwe xwar nakin.”
Di meşê de banga tevlîbûna meşê sibê hate kirin. Sibê wê gel ji pêşiya avahiya komeleyê bimeşin heta Wezareta Edaletê.