Bi hezaran kes li Swêdê ji bo HDP'ê daketin qadan
Bi hezaran kesên li bajarên Stockholm, Goteborg, Malmo, Orebro û Ûppsala yên Swêdê daketin qadan, girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê şermezarkirin.
Bi hezaran kesên li bajarên Stockholm, Goteborg, Malmo, Orebro û Ûppsala yên Swêdê daketin qadan, girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê şermezarkirin.
Bi hezaran kesên li bajarên Stockholm, Goteborg, Malmo, Orebro û Ûppsala yên Swêdê daketin qadan, girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê şermezarkirin.
STOCKHOLM
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stockholmê, Meclîsa Jinên Kurd Amara û Ciwanên Azad, Kurdistanî û dostên wan duh saet di 14:00 de li Parka Hûmlegardenê li hev civiyan û bi pankartên ji wêneyên parlamenterên hatin girtin, dest bi meşê kirin.
Di dema meşê de li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî HDP'ê û gelê Kurd, bi rêya hoparlorê agahî hate dayîn û êrîş hatin şermezarkirin. Piştî meşê li navenda bajêr mîtîngek hate lidarxistin.
Parlamenterê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîka Derve Hans Lînde li vir axivî û bi zimanekî tund rejîma AKP/Qesrê ku parlamenterên HDP'ê girt, şermezar kir. Lînde her wiha Yekîtiya Ewropa û Swêd jî rexne kir ku bi rengekî têrker li ber rewşê ranabin û got, weke Partiya Çep ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidin HDP'ê û têkoşîna gelê Kurd.
Di dewama axaftina xwe de Lînde got, "Erdogan rêya xwe hilbijart. Rêya wî rêya dîktatoriyê ye. Divê were zanîn ku sînorê hêrs û daxwaza desthilatdariyê ya Erdogan nîne. Lazim e em ji vê re amade bin. Erdogan ji bo mûxalefeta li Tirkiyeyê tine bike, wê serî li her rêbazê bide. Ji ber vê yekê girîng e em li vir vê xwepeşandanê dikin. Beriya niha bi du mehan dema bi Selahattîn Demîrtaş re rûniştim, ji min re gotibû 'Ev têkoşîn ne ya min e, ne ya partiya min e, ne ya Kurdan, Tirkan, Misilman, Xiristyan, Ataîst, jin an jî ciwanan e; ev têkoşîn têkoşîna demokrasiyê ya li dijî dîktatoriyê ye." Lînde ji Swêdê û Yekîtiya Ewropa xwest, ku li dijî rejîma AKP'ê helwesteke zelal nîşan bidin.
Lînde destnîşan kir, ku Partiya Çep wê heta dawiyê piştgiriyê bide parlamenterên HDP'ê, gelê Kurd û şoreşgerên Tirk.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî bi surprîz hat qada çalakiyê û girseya gel silav kir. Muslim da xuaykirin, ku gelê Kurd ji her demê bêhtir nêzî azadî û aştiyê ye, şerê fînalê tê meşandin û got, "Li Tirkiyeyê, rejîma AKP'ê parlamenterên ku bi mîlyonan mirovî dengê xwe dane, dixe zîndanê. Beriya niha hemû saziyên medyayê, televîzyon û rojname girt. Hewl didin çavên me girê bidin, dengê me bibirin. Gelê me wê bi ti awayî vê qebûl neke. Gelê me bi hev re li dijî zilmê li ber xwe dide. Eger hûn dibêjin siyaset, em ji siyasetê re amade ne. Em di şer û dîplomasiyê de jî amade ne. Hûn çi dixwazin em ji wê re amade ne. Em ji vê derê caerke din bibîr dixînin. Kurd Kurdên berê nînin. Di sala 1925'an de we serê Kurdan jê kirin. Deng ji kesî derneket. Di sala 1938'an de we heman tişt kirin... Lê Kurdistan êdî ne bêxwedî ye. Xwediyê Kurdistanê hene."
Xwepêşandana ku bi qasî 3 hezar kes lê amade bûn, bi qîrîna dirûşmên li dijî AKP û dewleta Tirk, qediya.
MALMO
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Malmo dijîn, duh li navenda bajêr li hev civiyan û darbeya AKP/Qesrê şermezar kirin û xwestin parlamenterên HDP'ê werin berdan. YNK û Tevgera Goran jî piştgirî dan çalakiyê. Li ser navê NCDK'ê axaftin hat kirin û hat destnîşankirin, ku sedsala 21'an wê bibe sedsala Kurdan. Her wiha bang hemû Kurdistanî û parêzvanên mafên mirovan hat kirin, ku xwedî li têkoşîna gelê kurd û parlamenterên HDP'ê derkevin.
GOTEBORG
Li bajarê Goteborgê du xwepêşandan hatin lidarxisitn. Çalakiya destpêkê li ber avahiya Şaredariya Kûngelvê pêk hat. Tevî Swêdî, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Rûm û Kurd bi sedan kes tevlî bûn.
Li navenda bajêr, xwepêşandaneke mezin a protestoyî bi desteka partiyên siyasî yên Swêdî hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl li vir axivîn û xwestin parlamenterên HDP'ê derhal bên berdan. Nûneran gotin, ew ê piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê zêde bikin.
OREBRO
Bi heman armancê li navenda bajarê Orebro xwepêşandanek hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistaniyên li ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd danê sibehê li hev civiyan, heta ber avahiya ku saziyên medyayê lê ne, meşiyan. Kurdistaniyan û dostên wan li vê derê dewleta Tirk protesto kirin û piştre li navenda bajêr xwepêşandaneke girseyî lidar xistin. Hevserokê NCDK Orebro Ridvan Altûn li vir axivî û anî ziman, gelê Kurd wê li pêşberî girtina nûnerên xwe bêdeng nemîne.
Altûn got, "Bila kes hesabên şaş neke. Gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê, wê bersivê bide van êrîşan. Yên ev êrîş kirine wê di binî de bimînin. Bila gumana kesî ji vê tinebe."