Bi hezaran kes li Kolnê ji bo HDP'ê dimeşin
Girtina parlamenterên HDP'ê ku Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de ne, li Kolnê ji aliyê bi hezaran kesî ve tê şermezarkirin.
Girtina parlamenterên HDP'ê ku Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de ne, li Kolnê ji aliyê bi hezaran kesî ve tê şermezarkirin.
Meşa ku bi vê armancê tê lidarxistin, ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve tê organîzekirin, ku NAV-DEM, AABF, HDH û ABDEM di nav de ne. Meş bi şiyara "Em ê gelên xwe yên li Tirkiyeyê radestî faşîzma AKP-MHP'ê nekin' pêk tê.
Piştî meşê wê li Heûmarktê mîtîngek were lidarxistin.