Bethnahrîn: Peymana Lozanê înkarkirina gelê me ye, em wê nas nakin

Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn diyar kir ku para Peymana Lozanê ya li ser siyaseta înkar û îmhakirina gelê Suryanî, Asûrî, Keldanî û Aramî gelekî mezin e.

Di daxuyaniya desteyê de hate ragihandin ku Qirkirina Seyfo ya sala 1915'an bi Peymana Lozanê re hate înkarkirin û hate gotin, "Piştî vê peymana ku beriya 100 salî hate îmzekirin, ti ji dewletên garantor li rewşa gelê me nepirsî, her wiha li pêşiya êrîşan jî nebû asteng."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di nava 100 salên derbasbûyî de dewleta Komara Tirkiyeyê gelê me koçber kir, bêwelat hişt, ji cih û warê wan kir, mehkûmî dîasporayê kir, pêşî li vegera li welêt girt, asîmîle kir û siyaseta dûrxistina ji nirxên xwe bi rengê herî giran meşand.

Li gel qirkirina fîzîkî hewl da ku qirkirina çandî bike û zimanê dayikê tune bike.

Bi vê armancê dibistanên Suryanî, navendên wan ên civakî hatin girtin, hemû çalakî û karên neteweyî hatin qedexekirin. Dewletên ku mohra xwe danîn binê Peymana Lozanê ji bo berjewendiyên xwe, zextên ku li gelê Suryanî û nasnameyên etnîkî yên li Tirkiyeyê dihatin kirin, ji nedîtî ve hatin.

Di salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê de di serî de Îngilistan, Fransa û welatên din ên garantor em bang dikin ku neheqiya li gelê Suryanî hatiye kirin bi dawî bikin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Peymana Lozanê divê ji niha û pê ve bi vî mejiyê înkarkirinê dewam neke hate gotin, "Gelê me bi îradeya xwe têkoşîna bidestxistina statuya xwe di asta navneteweyî de, li her platformê bi xurtî bimeşîne û paşeroja xwe diyar bike.

Weke Desteya Neteweyî ya Bethnahrîn têkoşîna me ya azadiya neteweyî wê li dijî neheqiya dîrokî û siyaseta înkar û îmhayê li her qadê dewam bike. Lewma em hêzên ku bi Peymana Lozanê gelê me tune hesibandine û mejiyê hikumetên Komara Tirkiyeyê şermezar dikin, red dikin."