Beştaş: Rêxistina me û gelê me, ji hilbijartinê re amade ne

Serekwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş têkilî hilbijartineke pêkan a pêşwext got ew ji tevî rêxistin û gel ji bo hilbijartineke pêşwext kar û amade ne.

Serekwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan ( HDP) Meral Daniş Beştaş têkilî girtina partiyan û hilbijartina pêşwext ji ANF'ê re axivî, diyar kir Tirkiye bûye goristane partiyan ku ev goristan her wiha goristan e gelan, goristan vîna gelan e. Têkilî hilbijartineke pêşwext a pêkan Beştaş got ji bo ewlehiya hilbijartinê divê her kes bi hev re tevbigere. Beştaş her wiha got, ew bi hemû sazûmaniya xwe ji bo hilbijartinê kar in.

Beştaş bi bîr xist ji damezirandina komara Tirk û wir ve her demê temsîliyeta derdorên cihê ji bo ku were astengkirin partî hatine girtin û got girtina partiyan tinehesibandina vîna gelan e. Beştaş bi berdewamî got heta niha girtina partiyan ji tiştekî re nebûye are, partî, gel heta bixwazin dikarin siyasetê bikin û rêxistinî bibin, partiyên siyasî li gorî pênaseya destûra bingehîn a Tirk û li gorî rêgezên navnetewî jî weke parçeyek ji demokrasiyê têne nasandin û li gorî rêgezên destûra bingehîn ava dibin. Beştaş got, ''Di destûra bingehîn a darbeyê ya Tirkiyê de jî ev heye. Heke mirov wê behsa jiyaneke demokratîk bike bi kêmanî divê mirov bikaribe bi azadî rêxistinî bibe, li dora partiya xwe ku mirov dixwaze bikaribe kom bibe, dengê xwe bidiyê. Lê Tirkiye bûye goristana partiyan. Ev goristan her wiha goristana gelan e, goristan vîna gelan e.''

Beşta bi berdewamî gotin anî ser AKP'ê, got, ''AKP ji desthilatê pir hez kiriye, ji hegemonya, zext û zordarî, rêveberinê, rejîma yek zilamî, ji kirinên dij demokratîk û zengînkirina derdora xwe pir hez kiriye û naxwaze dev ji vê biqere. Rêya vê jî ne ji demokrasiyê lê ji totalîtarîzmê diçe, ew  wiha difikrie, ji wir radibe. Çi tişta ku dike û dibêje ji bo deshialta wê ye, ti tiştek nemaye ku AKP ji bo gel bike.''

Beştaş herî dawî diyar kir ew ji bo hilbijartineke pêşwext kar in û got, ''Meclîsa me ya partiyê, komîsyona hilbijartinê, meclîsa me ya jinan, LRN, koma meclîsê em weke ku gaveke dî wê hilbijartin bibe xwe hazir dikin. Em gelek caran li gel zor û zehmetiyan jî ketine hilbijartinan. Tecrûbemeya me heye û ti şika me ji vê nîne. Em bi hemû rêxistinî û gelê xwe ji hilbijartinê re amade ne.''

Têkilî hilbijartina pêşwext jî Beştaş diyar kir ev salek û nîv in ew dibêjin şertên hilbijartina pêşwext hene, divê hawîrdoreke demokratîk wer avakirin û vîna gel li sendoqê diyar bibe. Beştaş got, ''Niha hawîrdoreke demokratîk û azadîxwaz nîne. Lê ev nayê maneye ku wê hilbijartin neyê kirin. Em partiyên din ên li muxalefetê, hêzên demokrasiyê, rêxixtinên civaka sivîl ji bo pêkhatina van şertan divê em bixebitin. ''