Berxwedêrê Rojiya Mirinê ya Mezin Alî Çîçek li ser gora xwe hat bîranîn

Alî Çîçek ku sala 1982’an li girtîgeha Amedê di çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de şehîd bû, li ser gora xwe hat bîranîn. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Ocalan got: “Çirûskên we gihîştin bimilyonan kesan.”

Komeleya 78’an a Amedê xwest Alî Çîçek ê di çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an de li Zindana Amedê jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi bîr bîne. Beriya bîranînê polîsan goristanê dorpêç kir û ketinên goristanê asteng kir. Endam û rêveberên MEBYA-DER’ê, HDP, Partiya Çepên Kesk, DBP’ê li ber goristanê bi lêgerîn û kontrola nasnameyan re rû bi rû man.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan û Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça nerazîbûn nîşanî astengî û sepana polîsan dan. Ocalan û Akça derbasî goristanê bûn, polîsan rojnamevanan jî asteng kir û nehiştin bikevin goristanê.

Parlamenter Omer Ocalan li ser gora Çîçek axivî û wiha got: “Ji bo vî welatî canê xwe dan. Em ê şopdarê rêya wan bin. Doza wan azadiya Kurdistanê bû. Ji bo azadiyan ketin greva birçîbûnê. Îro jî zext li ser gorên wan berdewam dike. Ev têkoşînek rewa ye. Bi awayek ezamet têkoşiyan. Esat Oktay ê zilmkar li ser navê dewletê li Zindana Amedê zilmê li Kurdan û girtiyên wan dikir. Wan li dijî vê zilmê îradeyek ezamet nîşan dan. Ji bo êrîş û zilmê berteref bikin, li Zindana Amedê dîrok nivîsandin.”

Ocalan anî ziman ku têkoşîna azadiyê berdewam dike û wiha axivî: “Heval û hogirên te li vir in. Li çar parçeyan ji bo azadiyê têdikoşin. Doza mirovahiyê bi rê ve dibin. Çirûskên we gihîştin bimilyonan kesan. Heta ku azadî were wê zarokên vî welatî wê xwedî li ziman, çand û têkoşîna xwe derkevin. Ev têkoşîna me qanûnî ye. Têkoşîn dê bidome. Ev têkoşîna bi sed salan e didome. Li dijî Nemrûdan berxwedana Îbrahîmî berdewam dike. Têkoşîna we didome. Em ê heta dawiyê têkoşîna we bidomînin.”