Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 843’an de ye
Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên hatine qetilkirin di Nobeta Edaletê de ne, diyar kirin heta edalet pêk were wê têkoşîna xwe bidomînin.
Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên hatine qetilkirin di Nobeta Edaletê de ne, diyar kirin heta edalet pêk were wê têkoşîna xwe bidomînin.
Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê berê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 843’yan de berdewam kir. Ji ber nexweşiyê, Emîne Şenyaşar nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Îslamiyet, tenê ji laçik û secdeyê pêk nayê. Îslam emir dike ku mirov adil û bi edalet be. Yên ku li hemberî zilmê bêdeng dimînin, şeytanên bêziman in. Heta ku edalet pêk were, wê têkoşîna me ya heq bidome.”