'Bertîlxur' ji weşanê hat rakirin
'Bertîlxur' ji weşanê hat rakirin
'Bertîlxur' ji weşanê hat rakirin
Li dû operasyona bertîlê, bernameya pêşbirkê ya bi navê Lîstika Peyvan ku ji aliyê Alî îhsan Varol ve tê pêşkêşkirin ji ber pirsa "Di nava gel de yê ku bertîlê digire" ji weşanê hat rakirin.
Bernameya pêşbirkê ya Lîstika Peyvan ku di bûyerên Gezî de jî bal kişand ser tundiya polîsan, piştî ku di operasyona bertîlê de bi sergirtî bal kişand ser bûyerê, ji weşanê hat rakirin. Alî Îhsan Varol di pêşbirkê de pirsa "Di nava gel de peyva ji kesên bertîlê digire tê gotin" pirsîbû û bersiva wê jî weke "bertîlxur" diyar kiribû.
Show TV ragihand ku Lîstika Peyvan û 2 bernameyên din ji weşanê hatine rakirin.