Bertek nîşanî qeyûmê xespkar dan û ji civînê derketin

Endamên DEM Partî û TÎP’ê yên Meclisa Giştî ya Dersimê bertek nîşanî qeyûmê xespkar dan û ji civîna meclîsê derketin.

XESPA ÎRADEYÊ

Endamên Meclisa Giştî ya Bajar a Dersimê îro civiyan. Qeyûm Bulent Tekbiyikoglû jî tevlî civînê bû. Endamê DEM Partiyê Murtaza Kose û yê TÎP’ê Înan Yilmaz bertek nîşanî qeyûm dan û ji eywana civînê derketin. 

 Kose û Yilmaz beriya axaftina qeyûm Tekbiyikoglû axivîn û gotin ku li dijî qeyûm in û qeyûm weke “derbe” pênase kirin.