Bertek nîşanê destgîrkirina li Colemêrgê hat dayîn

Hêzên dewleta Tirk, di salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de li seranserê Colemêrgê operasyon kirin û 26 kes destgîr kirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Onûr Duşunmez, diyar kir ku destgîrkirin bi armanca sûcbarkirinê ye.

Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Colemêrgê têkildarê destgîrkirinên dawîn ên li bajêr daxuyanî dan. Dayikên Aştiyê, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Colemêrgê Vezîr Parlak û Onûr Duşunmez, rêveberên Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Colemêrgê, Şaxê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. 

‘BI DESTGÎRKIRINÊ DIKEVIN HEWILA SÛCBARKIRINA WELATIYAN’

Parlamenter Onur Duşunmez di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Li Colemêrgê her sal di 15’ê Tebaxê de bi dehan kes tên destgîrkirin. Bi destgîrkirinê dikevin hewila krîmînalîzekirina welatiyan. Dayikên me yên bi emir û kesên bi fîzîkî astendar jî hatine destgîrkirin. Nezaretxane ji bo şert û mercên tenduristiyê ne guncav in. Heke bang li kesên destgîrkirî bihata kirin wê jixwe biçûna da ku îfade bidin. Lê serê sibehê bi ser malê wan de hatiye girtin û hatine destgîrkirin.

Duşunmez wiha dawî li axavtina xwe anî: ‘’Ev destgîrkirin ne hiqûqî ne. Nezaretxane ne paqij in. Nabe ku dayikên bi emir bi operasyonan serê sibehê bên destgîrkirin. Em dizanin ku wê dest bi lêpirsînê neyê kirin. Ev operasyon 15’ê Tebaxê hat lidarxistin. Anku ketin hewila krîmînalîzekirina welatiyan. Her 15’ê Tebaxê welatî tên destgîrkirin û bi pişt re tên berdan.’’

Piştî axaftina Duşunmez, welatiyan dirûşmeya “Zext nikarin me têk bibin” berz kirin.