Beriya doza ROJ TV ya dê li Danîmarkayê bê dîtin, bi hinceta ku bexş dabûn ROJ TV’yê 8 Kurd hatin binçavkirin.
Polîsên Danîmarkayê duh di demjimêrên sibehê de di ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de di nav de endamên Meclîsa Gel jî heyî 8 kes hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku, kesên hatine binçavkirin bi hinceta ku bexş dane ROJ TV’yê hatine binçavkirin.
Çav li rê ye ku, 8 kesên hatine binçavkirin sibe derxînin dadgehê. Mufetîşê polîsan Jens Moeller Jensen got, ew dixwazin dadgeh girtî bê kirin. Jensen da diyarkirin ku, di çarçoveya lêpirsînê de dibe binçavkirin ji dervey Danîmarkayê jî pêkbên.
Balkêşe ku binçavkirin beriya doza ROJ TV ku dê 29’ê Cotmehê pêk bê. Di doza ku ji Îlona 2010’an hate vekirin û 14’ê Kanûna 2011’an bidawî bû de, 5 milyon 200 hezar Kron cezayê pere dabûn ROJ TV. Rayedarên televîzyonê îtîraza biryarê kiribûn. Îtîraz dê di 29’ê Cotmehê di dadgeha bilind de bê dest girtin.