Bendên polîsan ên li Qada Galatasarayê hatin rakirin

Dayikên Şemiyê di hefteya 1000'emîn a lêgerîna xwe ya li edaletê de li Qada Galatasarayê bendên polîsan rakirin.

BEND HATIN RAKIRIN

Ji ber çalakiya girseyî ya hefteya 1000'emîn a Dayik-Mirovên Şemiyê bendên polîsan ên di sala 2018'an de li dora Qada Galatasarayê hate danîn, hatin rakirin.

Polîsan di hefteya 700'emîn a çalakiya Dayikên Şemiyê de êrişî dayikan û parêzvanên mafên mirovan kiribûn, ew binçav kiribûn û piştre bi bendan qad girtibûn.