BDP ji bo parlamenterên girtî hevdîtinan dê pêk bîne
BDP ji bo parlamenterên girtî hevdîtinan dê pêk bîne
BDP ji bo parlamenterên girtî hevdîtinan dê pêk bîne
BDP ji bo parlamenterên girtî Selma Irmak, Gulser Yildirim, Faysal Sariyildiz, Îbrahîm Ayhan û Kemal Akştaş di 2’ê Çile de bi wekîlên serokên komê re dê bi desthilatdarî û mudaxalfetê re hevdîtinê bike. der barê mijarê de wekîla seroka koma BDP’ê Pervîn buldan daxuyanî da û diyar kir ku roja ku meclis vebibe dê di nokteya ku çi bikin de hevdîtinê pêk bîne.
Dadgeha Makeqanûnê (AYM) ligel biryara ‘binpêkirina mafê hilbijartinê’ û ‘dema dirêj a girtinê’ parlamenterên BDP’ê tahliye nekiribû. Di îtîraza Sariyildiz,Irmak û Aktaş de ligel mutalaya erênî ya dozger de hat redkirin. Li ser vê yekê BDP ket nava tevgerê û dest bi amadekirina sererastkirina qanûnî kir.
Mijar cara yekemîn di daxuyaniya greva birçîbûnê ya wekîlên BDP û HDP’ê de hat rojevê. Tuncel did axuyaniya ku di vir de da de diyar kir ku jib o sererastkirina qanûnî partiya destilatdariyê û muxalefet erênî nêz dibe û di xala 108’emîn ya CMK ya hejmar 5271’ê de guherînê pêşniyar dikin. Pervîn Buldan jî da zanîn ku dê di 2’ê Çile de bi wekîlên serokê komê re bi mudaxalefet û desthilatdariyê re hevdîtinan pêk bînin.