Cîgira Hevserokên Giştî yên BDP'ê Fîlîz Koçalî diyar kir ku, operasyona li Wanê bi fermana hikûmeta AKP'ê pêk hatiye û got; "Desthilatiya AKP'ê darbekare. Lê hûn çi bikin jî hûnê nekaribin Wanê bidest bixin.
Cîgira Hevserokên Giştî yên BDP'ê Fîlîz Koçalî li ser operasyona li Wanê û binçavkirina şaredariyan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Koçalî di daxuyaniyê de got; "Di rojên borî de Serokwezîrê ku got; 'ez Wanê dixwazim' wisa difikire ku bi vê riyê dê Wanê bidest bixe. Mexdûrên erdhejê bêkar hiştin, wekî herêma afetê îlan nekir, zor da Waniyan ku ew koçber bibin. Ev yek têra Wan bidest xistinê nekir. Niha jî bi binçavkirin û girtinên Şaredarên Wanê wisa difikirin ku ew dê Wanê bidest bixin." Koçalî operasyon wekî derbeyekê binav kir û wiha dawî bi axaftina xwe anî:
"Hûnê nekaribin Wanê bidest bixin. Gelê Wanê dê we bîne ser rê. Gelê Wanê li hemberî operasyonên we yên qirkirina siyasî dê bersiveke cihê bide û Wanê nede we.