BDP'ê li Kolikê starta hilbijartinê da
BDP'ê li Kolikê starta hilbijartinê da
BDP'ê li Kolikê starta hilbijartinê da
BDP'ê li navçeya Semsûr Kolikê starta hilbijartinê da. Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li merasîma vekirina buroya hilbijartinê axivî û anî ziman ku hewl tê dayîn partiya wan bikin aliyek. Demîrtaş got, "Gelo ew mirovên li malên xwe di qaseyan de bi mîlyonan pere vedişêrin dikarin bibin Misilman? Li aliyekî artêşa meleyan, li aliyekî leşkerên Mûstafa Kemal li aliyê din jî dizên Tayyîp. Em ne alîgirê we ti ji wan e. Emê hesap hem ji dewleta we ya paralel hem jî ji dewleta we ya bertîl û karên nelirê dike, bipirsin."
Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Semsûrê, starta hilbijartinên herêmî yên 2014'an bi merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya li navçeya Kolikê da. Girseya gel danê sibê herikî pêşiya buroya hilbijartinê û bi heyecaneke mezin li benda hatina Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş sekinî.
Bi sedan kes, ji bo Demîrtaş û heyeta pê re pêşwazî bike çûn ser rêveqetîna Rihayê. Heyeta ji Demîrtaş, Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û rayedarên BDP û HDP'ê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan" hat pêşwazîkirin. Bi sedan kes bi konvoyek ji dehan wesayîtan ket ser rêya buroya hilbijartinê.
DEMÎRTAŞ Û ONDER BI KONVOYÊ HATIN PÊŞWAZÎKIRIN
Konvoya ku di tevahiya rê de rastî eleqeyeke mezin hat, li ketina navçeya Kolikê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hat pêşwazîkirin. Dûre konvoy li kolanên bi pankarta bi nivîsa "Hûn bi xêr hatine navçeya me Birêz Hevserokê me, Birêz Parlamenterên me" tûr avêt û derbasî buroya hilbijartinê bû.
Cihê buroya hilbijartinê ya bi hezaran mirov lê kom bûn jî, bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin û pankartên bi nivîsa "Ji bo xizmeta welat tu bi xêr hatî", "Namûsa me azadiya me ye" û "Ya demokrasiyeke tam yan jî qet" hatin daliqandin. Namzetê BDP'ê yê Şaredariya Kolikê Mehmet Polat da xuyakirin ku ewê di hilbijartinan de xebateke xurt bimeşînin û wê siberojên bi hêz bibînin.
ONDER: EMÊ ŞAREDARIYA KOLIKÊ BI DEST BIXIN
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî diyar kir ku ewê Şaredariya Kolikê bi dest bixin. Onder gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a digot, "Ketina Semsûrê bi deriyê Kolikê dibe" bibîr xist û destnîşan kir ku di hilbijartinê de pêwîstî bi taybetî bi desteka jin û ciwanan heye.
Onder anî ziman ku ew xwezgînên Kolikê bi tenê nînin û destnîşan kir ku bi xebateke xurt re ewê Semsûrê jî bi dest bixin.
DEMÎRTAŞ: EM DEYNDARÊN GELÊ SEMSÛR Û KOLIKÊ NE
Li dû vekirinê Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş mafê axaftinê wergirt û diyar kir ew starta hilbijartinê ya li Kurdistanê li Kolikê didin. Demîrtaş ragihand ku ew deyndarên gelê Kolik û Semsûrê ne û destnîşan kir ku ew hatine ji bo deynê xwe yê bidin.
Demîrtaş anî ziman ku her kes dê wan di 30'ê Adarê de bibîne û got, "Ji ber ku em bi bertîl û nelirêtiyê nehatin ser kar. Yên dixwazin me bibînin bila li malbatên me û dayikên me yên giranbuha binêrin. Li gel me qaseyên ji pola yan jî qutiyên pêlan ên tijî pere nîne. Em bi xwêdana xwe hatin vê rojê. Berdêla wê çi bû me da, lê me serî netewand. Ji ber vê yekê em tevgereke gel in. Bi saya we em bi serbilindî dimeşin."
Demîrtaş bal kişand ser bûyerên nelirêtiyê yên demên dawî û diyar kir ku hin derdor ji partiya wan dixwaze ku di van bûyeran de xwe nêzî aliyekî bike. Demîrtaş destnîşan kir ku ewê nebin aliyê ti ji wan û got, "Gelo ew mirovên li malên xwe di qaseyan de bi mîlyonan pere vedişêrin dikarin bibin Misilman? Li aliyekî artêşa meleyan, li aliyekî leşkerên Mûstafa Kemal li aliyê din jî dizên Tayyîp. Em ne alîgirê we ti ji wan e. Emê hesap hem ji dewleta we ya paralel hem jî ji dewleta we ya bertîl û karên nelirê dike, bipirsin. Heta roja îro bi qasî van kesî ne gotin em Misilmanin û ewçend Îslam qirêj kirin."
Demîrtaş da zanîn ku di dema çûyîna ser sindoqan de divê gel baş bifikire û anî ziman ku ewê keda ciwanên Kurd ên bingeha kombûna wan a li Kolikê ava kirin, ji nedîtî ve neyên. Demîrtaş zext û binçavkirinên li hemberî endamên BDP'ê jî bibîr xist û got, "Li gel me bi tenê pirtûk û broşur dîtin. Şikur ji Xwedê re qaseyên ji pola yên pereyan, tinebûn. Hevalên me yên di girtîgehan de ne, bi rûmeta xwe di girtîgehan de ne. Li partiya me, mewkiya herî bilind, mewkiya xizmetkariyê ye. Kes li gel me ne dibe axa ne jî dibe paşa. Ji ber vê yekê divê her kes li Kolikê xebateke berfireh bimeşîne. Emê welê berfireh bixebitin ku emê têkevin her malê, her kolanê, her taxê û her kargehê û emê mirovên xwe hembêz bikin. Emê welê kar bikin ku namzetê AKP'ê yê Kolikê jî dê dengê xwe bide me." Piştî axaftinan Demîrtaş û Onder bi hev re buroya hilbijartinê vekirin.
Demîrtaş, Onder û heyeta pê re ji bo beşdarî çalakiyek li Mêrdînê bibin, ji Kolikê veqetiyan.