BDP'ê ji bo beşdariya rûniştina doza parêzerên ÇHD'yî bang kir

BDP'ê ji bo beşdariya rûniştina doza parêzerên ÇHD'yî bang kir

BDP'ê da xuyakirin ku doza parêzerên girtî yên ÇHD'yî lê werin darizandin li dijî edalet û hiqûqê ye û banga beşdariya li rûniştina dozê li raya giştî kir.

Alîkara Hevserokên BDP'ê ya ji Karên Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Meral Daniş Beştaş der heqê doza darizandina endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Beştaş diyar kir ku parêzerên ÇHD'yî ev saleke bi awayekî li dijî maf û hiqûqê tên ragirtin û got, "Ev yek baweriya bi sîstema hiqûqê kêm dike, ne li gorî lêgerîna edaletê ya cemaweriyê ye û li dijî hiqûqê ye." Beştaş bibîr xist ku rûniştina destpêkê wê di 24-25-26'ê Kanûnê de li salona dadgehê ya li Girtîgeha Sîlîvrî pêk were û ev bang kir: "Ji bo pêkhatina nirxên hiqûqa hemdem û bicihhatina edaleta ceza, em bang li hemû hiqûqnas, rêxistinên maf û raya giştî ya demokratîk dikin ku beşdarî rûniştina dozê bibin."