Meral Daniş Beştaş di konferansa ‘Di pêvajoya avakirina makeqanûnê de tevlibûna civakê’ axivî got ku hewl tê dayîn ku xalên ku êdî Qeymeqa jî êdî mudaxaleyê jiyana taybet bike, bixin makeqanûnê. Ozgur Sevgî Goral jî got di BDP di pêşniyarên ji bo jinê de tenê tê hiştin.
Konferansa ku BDP’ê li dar dixe ya bi navê ‘Di pêvajoya avakirina makeqanûnê de tevlibûna civakê’ didome.
Konferans li Otela Elîte World a Stenbolê pêk tê. Cigira Hevbseroka BDP’ê û û nedama Komîsyona Makeqanûnê Meral Daniş Beşta û şêwirmeda hiqûqê Ozgur Sevgî Goral derbarê pêvajoya nivîsandina makeqanûnê de agahî da.
Beştaş di mijarê wekî perwerdehiya zimanê dayikê, azadiya ol û wijdan, bendeva hilbijartinê, reda wijdanî, mafê civîn û xwepêşendanan de pêşniyarên xwe vegot û got ew di pêşniyarên xwe de ji partiyên din piştgiriyê nabînin.
Beştaş pêşniyarên jinan yên ji bo mijara tevlibûna jiyana siyasî û civakî jî vegot û got rêziknameya ku ji bo wekheviya zayendê ya di xizmeta cemawerî de ji aliyê partiyan ve hatiye qebûlkirin û got di mijara kotaya jinê de tu piştgirî negirtine.
BDP’Ê CARA YEKMÎN HIN MIJAR JI NÎQAŞA MAKEQANÛNÊ RE VEKIR
Beştaş wiha got: “ Me di mijara kotaya jinê de piştgirî negirt. Hêj wisaye. Me Konseya wekheviya jin-mêr pêşniyar kir. ev jî hêj disekine. Me xalên wekî jib o reda wijdanî, nasnameya çandî, bikaranîna mafê zimanê dayikê, mafê aştiyê de pêşniyarên taybet kir. Her kes dikare bi zimanê xwe nêrînên xwe vebêje. Li vir jî li eniyê li dijî vê ne.”
Beştaş da zanîn ku partiyên siyasî yên din di bin navê parastinê de manevrayê pir tenik yê ku azadî û mafan ji holê radike pêk tînin û wiha got: “Xaleke ku Qeymeqam jî êdî dikare mudaxaleyê jiyana taybet dike heye. “
Ozgur Sevgî Goral jî pêşniyarên wiha vegot: “Mafên kesane yên yekemîn, yên siyasî yên duyemînin. Em mafên gelê ku bi keda xwe jiyana xwe didomînin, diparêizn. Ji bo hemû xebatkaran xebateke sendîkayî û bi ewlehî. Me pêşniyara mafên civakî yên jinan û mafê keda malê bê nasÎn pêşniyar kir. Di vê mijarê de BDP tenê dimîne. Xalên ku BDP’ê pêşniyar kirine wiha ye; Tehliyekirina bi zorê ya ji malê divê bê qedexekirin. Divê mafê hatina esas bê pêkanîn. Divê di mafên civakî û aborî de başkirin pêk were. Mafê aştî û heqîqetê. Divê sûcên nefretê di makeqanûnê de cih bigire.”
Goral di mijara welatîbûnê de jî wiha got: “Em têgeha welatîbûnê ji hêmaya tirkbûnê derdixin, em mafekî hevpar yên ku penaber û koçberan jî digire nav xwe dibînin.”