BDP dê ji bo rojnamevanên girtî dakeve kolana

BDP dê ji bo rojnamevanên girtî dakeve kolana

BDP’ê ji bo meşa rojnamevanên girtî were li darxistin banga tevlîbûna girseyî kir. BDP’yî di rûniştina rojnamevanan de jî dê li ber Edliyeya Stenbolê bin.

Di serdegirtina saziyên çapemeniya Kurd de ku 36 jê girtî 44 rojnamevan dê 10’ê îlonê bêne darezandin, Rêxistina BDP’a Stenbolê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, meşa rojnamevana ku îşev di demjimêr 18.30’an de ji bo serbest berdana rojnamevana dê ji Qada Taksîmê heya Amadeyiya Galatasarayê dom bike BDP’e jî dê bigirseyî tevlî bibe.

Weke din di daxuyaniyê de hate gotin ku, di rûniştina ku dê 10’ê Îlonê destpê bike BDP’e dê li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê be. Rêxistinên BDP’ê yên 1’mîn Herêma Stenbolê 11’ê Îlonê, 2’mîn Herêm 12’ê Îlonê, 3’mîn Herêm jî 13’ê Îlonê dê li ber edliyeyê bin.