Komîsyona Hiqûqê ya BDP'ê biryara dadgehê ya derbarê doza Şerzan Kurt de şermezar kir û diyar kir ku, ev biryarek skandale. Komîsyonê diyar kir ku, bi fermana Serokwezîr Erdogan serbest berdana qatilên kurdan jî heye? û xwest ev yek bê ronîkirin.
Komîsyona Hiqûqê ya BDP'ê Şerzan Kurt derbarê doza Şerzan Kurt yê ji aliyê polîsan ve li Mûglayê hate qetilkirin û li 1'mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Eskîşehîrê tê darizandin de daxuyaniya nivîskî da. BDP'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku, ev biryara dadgehê skandale û wiha got: "Dadgehê piştî 8 sal ceza da polîsê kujerê ku Şerzan Kurt kuşt, polîs serbest berda. Ev biryar di qada parastina mafên mirovan de skandale. Ev kuştin li ber çavê hemû kesî pêk hat. Lê li gel vê yekê dadgehê kujer serbest berda. Ev biryar tu carî nayê qebûl kirin. Em vê biryarê tu carî qebûl nakin û li hemberî vê pêkanînê jî bêdeng namînin. Gelo di fermana Serokwezîr Erdogan de serbest berdana kujerên ciwanên kurd jî heye? Em li hemberî serbest berdana kujerê Şerzan Kurt û biryarê bêdeng namînin"