Bavê xwendekarê Kurd Şêrzan Kûrt ê ku li Mûxlayê ji aliyê polîsên Tirk ve hate kuştin, Omer Kûrt got; “Du zarokê me kuştin û îro jî kujerê wî serbest berdan, du cara dilê me şewitandin.” Kûrt diyar kir ku “dadê jî pişta xwe daye me” û got ku êdî bawerî wan bi edaletê nemaye. Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî got; “Hat dîtin ku tu lêgerînên AKP’ê yên ji bo dad û demokrastiyê tune ye.”
Polîsê bi navê Gultekîn Şahîn ê ku li Muglayê gule li xwendekarê Kurd Şêrzan Kûrt reşand û kuşt, îro di 18’emîn rûniştina dozê ya ku li Eskîşehîrê pêk hat de serbest hat berdan. Bavê Şêrzan Kûrt, Omer Kûrt ji ANF’ê re axivî û nerazîbûnek tund nîşanî vê biryarê da.
Omer Kûrt got; “Daraz jî weke Birca Eyfelê pişta xwe da me. Dadgeha Eskîşehîrê bêhiqûqiya xwe yak u berê kiribû careke din berdewam kir. Lê kujer diyar e. Lê dîsa jî bi cezayê herî sivik serbest hat berdan."
EZ RUYÊ EDALETÊ NABÎNIM, EDALETÊ PIŞTA XWE DA ME
Omer Kurt di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Mirov dimirin, ger ku kujer xebatkarê dewletê be serbest dimînin. Ev 30 sale wisa ye. piştî Şêrzan hate kuştin nêzî 35 ciwan li kolanê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin û kes nehat darizandin. Di rewşa Şêrzan de şahid hebûn. Kamera vekirî bûn. Yanî kujer li holê bûn û aşkera bû. Doza Şêrzan doza civakê bû. Ji ber vê ne tenê ya min bû. wijdana civakê jî xwîn kirin. Şêrzan bê parastin bû, xwendekar bû. Li kolanê hate kuştin. Wekî ku ceza hate dayîn, dan xuyakirin, lê ji xwe ceza tune bû.”
Kurt di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku pêvajoya dadgehê didome û wiha got: “Ez bi rastî hêviyekê nabînim. Edaletê pişta xwe da me. Em nayê dîtin. Şêrzan, kurê min wê rojê kuştin û kezabe me şewitandin. Îro jî kujerê wî serbest berdan û kezaba me şewitandin. Êdî ez ji darazê bawer nakim.
AKAT: KUJER ÊDÎ NAYÊN DARIZANDIN
Parlamentara BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat da zanîn serbest berdana kujerên Şêrzan Kurt nîşan dide ku lêgerîna AKP’ê ya edalet û demokrasiyê tune ye. BDP’ê bertek nîşanê tahliyekirina kujerê xwendekarê kurd Şêrzan Kurd, polîs Gultekîn Şahîn da. Parlamentera Ayla Akat ji bo ANF’ê ev nirxandin kir: “ Ev du sale û nîve em ji bo ku edalet pêk were têdikoşin. Têkoşîneke me ya ji bo doza Şêrzan a bi wate hebû. Lê me îro encamên demokrsaiya pêşketî AKP’ê dît. Hate qebûlkirin Şêrzan bi qestî hatiye kuştin lê heta niha nebûye mijara darazê û hin hincetan ceza daxistin 8 salan. Daxistina 8 salan jî ji bo ku pêşiya tahliyeya îro vebikin pêk anîn. Wijdana civakê birîndar irin. Hesta edaletê îro êdî nemaye. Bê cezakirin îro li tirkiyeyê pratîk bûye. Li tirkiyeyê kur tecawîzkar û kujer serbset tên berdan: nivîskar û rewşenbîr jî tên girtin. Em li welatekî wisa dijîn.
Polîsên bersûc hecdarî dîtin û bibîrxistin ku tu polîstek ev qas dirêj nehatiye girtin. Kuştina Ugur Kaymaz, Aydin Erdem mînak nîşan dan û gotin kujerên wan nehatine girtin. Ev yek jî bi tena serê xwe aliyê din yê darazê nîşan dide. Doza Şêrzan veguherî Şanoyê. Êdî baweriya tu kesî bi darzê nemaye.Lê em dê têkoşîna xwe bidomînin. divê rayagiştî jî hesabê vê dozê bipirse.”
BAVÊ BARAN TURSUN: EDALETA TIRK EM MATMAYÎ NEHIŞTIN
Bavê Baran Tursunê ku li Îzmîrê ji aliyê poLîsan ve hate qetilkirin, parêzer Mehmet Tursun jî wiha got: “Edaleta tirk em matmayî nehiştin. Hêviyek me ya biçûk hebû. Lê ew jî bi berdana kujerê Şêrzan bi dawî bû. mixabin me hînî van tiştan dikin. Parêzerên bersûcan mînaka Ugur Kaymaz dan. Ev bê exlaqî ye. Kesên li Antalyayê Çagdaş qetilkirin, rewşa Baran mînak nîşanda. Ev bê exlaqî ye.”