18’emîn danişîna doza xwendekarê kurd Şêrzan Kurd ku ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin dest pê kir. Bavê Şêrzan, Omer Kurd di danişînê de mafê axaftinê girt û wiha got: “Wîjdan mifteya rastî û ehlaq e. Wijdanan xwîn nekin.”
Li Muglayê di 11’ê gulana 2010’an de nijadperestên Tirk êrîşê xwendekarên kurd kir û piştî vê polîsan gule barand ser xwendekaran di encamê de Şêrzan Kurd ji serê xwe birîndar bû û di 17’ê Gulana 2010’an de jiyana xwe ji dest da. Der barê kuştina Şêrzan de doz hate vekirin û 18’emîn danişîna dozê li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Eskîşehîrê dest pê kir. polîsê Kujer Gultekîn Şahîn û parêzerên wî di danişînê de amade bûn. Her wiha bavê Şêrzan Kurt, Omer Kurt, dayika wî Necla Kurt, Parlamentera Êlihê Ayla Akat Ata, serokê gitşî yê Egîtîm Senê Unsal Yildiz, endamên însiyatîfa ji Şêrzan Kurt re edalet beşdarî danişînê bûn.
Dîwana dadgehê destnîşan kir ku dosya hatiye asta biryarê û mafê axaftinê da parêzarên mudaxîl.Piştî parêzeran bavê Şêrzan, Omer Kurt axivî û edalet xwest.
Kurt wiha got: “Ev 17 cara ez têm vê salonê. Ez her tim jî vê dibêjim ;Ez edaletê dixwazim! Wijdan û ahlat mifteya rastiyê ye. wijdana rayagitşî bi xwîn nekin.”
Di danişînê de piştî parêzerên bersûcan mafê axaftinê girt dadgeh dê hukma xwe vebêje. Di danişîna beriya vê de dozger daxwaz kiribû ku polîsê kujer ji ber sûcê dibe ku bi qestî kes kuştin bê cezakirin, lê malbatê xwest kujer bi sûcê bi qestî kes kuştiye bê darizandin. Doza ku ev danişîna wê ya 18’emîn de bi bêhiqûqiyan tê bibîanîn.
Doza ku divê li Muglayê bihata dîtin ligel ku tatîla edlî bû jî bi dizî birin Eskîşehîrê. Pitşî doz birin Eskîşehîrê malbat, xizm û hevalên Şêrzan ku ji bo dozê bişopînin hatin Eskîşehîrê rastî êrîşa nîjadperestan hatin.
Di dozê de polîs ji ku bo ku Kujer Gultekîn Şahîn biparêze ewraqên sexta amade kir. hate îdiakirin gule ji çeka polîs derneketiye. Derket holê ku GultekÎn Şahîn wê şevê ne peywirdarbûye.
Parêzerên bersûcan ku ji doza Ugur Kaymaz cesaret girtin: gotin di doza Mêrdînê de çar polîsên tîmên tevgera taybet rojekî jî girtî neman. “ Xwestin Şahîn bereet bike.