Başaran: Dema dengê parêzeran were birîn behna civakê wê biçike

Ayşe Acara Başaran ji bo Roja Parêzeran axivî got, desthilatdariya Tirk parêzer kirine hedefa xwe. Başaran got, ''Heke dengê parêzeran were birîn wê bêhna welatiyan biçike''

Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran têkilî Roja Parêzeran daxuyaniyek da, qetilkirina Tahîr Elçî, girtina Selçûk Kozagaçli bi bîr xist û got, OHD, ÇHP girtin, gef xwarin, derb li wan dan û ji danişînan hatin avêtin.

Başaran got bêyî dadmeniyê aştiya civakî nabe, bal kişande ser giriniya parêzeran û got, ''Hilma di deng de parêzer in, dema ku dengê parêzeran were birîn wê bêhna welatiyan biçike.''

Başaran bal kişande ser êrîşên tifaqa AKP-MHP'ê ya li ser parêzeran û xwest ku di cih de dev ji polîtîkayên êrîşê biqerin.