Baroya Amedê giliyê leşkerên êşkencekar kir
Baroya Amedê derbarê şivanên ku li navçeya Licêya Amedê dema sewalên xwe diçerandin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin êşkencekirin, giliyê sûc kir.
Baroya Amedê derbarê şivanên ku li navçeya Licêya Amedê dema sewalên xwe diçerandin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin êşkencekirin, giliyê sûc kir.
Di 3’ê Hezîranê de li mezreya Metmûr ya li taxa Bêşiştê ya navçeya Licêya Amedê dema şivanan sewalên xwe diçêrandin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibûn êşkencekirin.
Baroya Amedê der barê mijarê giliyê sûc kir û bi daxuyaniyekî nivîskî diyar kir ku ew ê pêvajoya hiqûqî bişopînin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li ser serlêdana mexdûran li baroya me ku di 3’ê Hezîrana 2023’an de li navçeya Licê ji aliyê leşkeran ve êşkenceyê dîtine, ji ber sûcên ‘Êşkence û Mûameleya Xerap’, ‘Birîndarkirina qestî’, ‘Gefxwarin’, ‘Heqaret’ giliyê sûc hat kirin.”