Banga dawîanîna li polîtîkayên înkarê li Tirkiyeyê hat kirin

Zanistên Suryanî, Ermenî û Swêdî, diyar kirin ku divê dewleta Tirk dawî li polîtîkaya înkarê ya 100 salî bîne û qirkirinê qebûl bike.

Oldar û zanistên Suryanî, Ermenî û Swêdî ku me bi munasebeta 100. salvegera Qirkirinê serî li nêrînên wan dan, diyar kirin ku divê dewleta Tirk dawî li polîtîkaya înkarê ya 100 salî bîne û qirkirinê qebûl bike.

Dîroknasê Ermenî Vahaghn Avedîan ku li Zanîngeha Lund a Swêdê doktorayê dike got: “Qirkirin pêk hatiye. Divê dewleta Tirk lêborînê bixwaze û bi taybet jî dawî li polîtîkaya înkarê bîne.  Dest ji înkarê berdin. Ger dewleta Tirk cesareta qebûlkirina qirkirinê nîşan bida, wê her tişt li şûna xwe rûniştaba.  Yê ev kir divê lêborînê bixwaze. Ger bixwaze wê piraniya Ermeniyan wan efû bike. Em ne ji Tirkan, ji dewleta Tirk lêborînê dixwazin.”

EM Ê LÊBORÎNÊ QEBÛL BIKIN

Avedîan got: “Em ê vê lêborînê qebûl bikin, dewleta Tirk efû bikin. Qebûlkirina qirkirinê wê pêvajoya hiqûqî bi xwe re bîne. Divê dewleta Tirk bi hikûmeta Ermenî re rûne û nîqaş bike.  Weke ku Elmanyayê piştî Duyemîn Şerê Cîhanê bi Yahûdî û Îsraîlê re kiriye. Elmanyayê bi xwe xwest tazmînatê bide.  Hîna jî dide. Ev tercîha Elmanyayê ya bi xwe bû. Ji bo rûmeta xwe ya navneteweyî qezenc bike ev kir.

Heman tişt ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar e. Kes Tirkiyeyê ji bo tezmînatê nade zorê lê divê Tirkiye ji bo tiştên berê hatine jiyîn tamîr bike, hinek tiştan bike.”

Avedîan ku di heman demê de peywira berpirsyariya Çapemeniya Federasyona Ermeniyan a Swêdê dike jî got ku bi munasebeta 100. salvegera komkujiyê ji meha Çile de ye li gelek bajarên Swêdê çalakî pêk anîn e û wê bidomînin jî.

HETA DAWIYA SALA 2015’AN WÊ ÇALAKÎ BIDOMIN

Avedîan got ku wê çalakî û bernameyên wan heta dawiya sala 2015’an bidomin. Avedîan li ser pirsa boykota dibistanan a 24’ê Nîsanê ya Ermeniyên li Swêdê dijîn jî got: “Hinek Ermenî di 24’ê Nîsanê de zarokên xwe naşînin dibistanê. Naçin kar, ev biryara wan e. Federasyona Ermeniyan di vî alî de biryar negirtibû. Em kesî jî ji bo van pêk bînin nadin zorê.”

Avedîan da zanîn ku gotina Papa ya weke bûyerên 1915’an wek qirkirinê bi nav kir, ne nû ye û anî ziman ku Papa di 2002’an de ev qirkirin qebûl kiriye.

ERDOGAN ÎNKARÊ DIDOMÎNE

Avedîan bi lêv kir ku Tirkiye li şûna ku dawî li polîtîkaya înkarê bîne, didomîne û wiha pê de çû: “Sala buhrî Erdogan manevrayek kir. Erdogan di daxuyaniya xwe ya sala buhrî de xemginiya xwe anî ziman. Hemû cîhan li ser vê sekinî.  Lê Erdogan gotibû ‘lê’ û gotibû ev windahiyên hinekên dine. Ev axaftineke ku pir bi aqil hatibû amadekirin bû.  Îsal Tirkiye stratejiyek nû diiopîne. Erdogan got ku merasîma Çanakkaleyê ya îsal li şûna 18’ê Adarê wê di 24’ê Nîsanê de bike. Lê bernameyên li Fransayê yê 24’ê Nîsanê jî bi sûcdariya ku bîranîna Çanakkaleyê sabote dikin, sûcdar kir.”

PAPAZ GARÎS: BILA DEWLETA TIRK DEST JI POLÎTÎKAYA ÎNKARÊ BERDE

Papazê Dêra Ortadoks a Suryanî Abraham Garîs  diyar kir ku qirkirina di 1915’an de li Ermenî û Sûryaniyan hatiye kirin, ji aliyê zanist û dîroknasan ve hatiye qebûlkirin û daxwaz kir ku dewleta Tirk dawî li polîtîkaya înkarê bîne.

Garîs wiha berdewam kir: “Gundê me jî tê de li Turabdînê bi sedan Sûryanî hatin qetilkirin. Em daxwaz dikin ku qirkirin bê qebûlkirin di nava gelan de lihevkirin bê kirin.”

Prof. Davî Gaunt jî ku bi lêkolînên xwe yên di mijara qirkirinê de tê nasîn, destnîşan kir ku di qirkirina yekemîn a sedsala 20. de  2 mîlyon Ermenî, Sûryanî, Rûm û Êzidî hatine qetilkirin û ji xaka xwe hatine sirgûnkirin. Gaunt da zanîn ku înkarkirina qirkirinê rê li ber qirkirinên nû vedike û divê hemû qirkirin bên lanetkirin.

Parlamenterê partiya gel Robert Hanna jî pêşnûmeyeke nivîskî da Wezîrê Karên Derve Margot Wallstrom û bertekên tund nîşan da ku Wallstrom di bersiva xwe de gotina qirkirinê bikar neaniye. Hannah ji Wallstrom pirsa çima serokwezîr Lofven soza xwe nayne cih û biryara qirkirinê red dike pirsî.

PEN’Ê QURBANIYÊN QIRKIRINÊ BIBÎR ANÎ

Kuluba PEN a Swêdê qurbaniyên qirkirinê bibîr anî. Prof Davîd Gaunt  têkildarî qirkirinê de axivî û her wiha ji pirtûkên nivîskarên Swêdê ku qirkirin vedigotin beş hatin xwendin.

...