Balûken: Nîqaşên li ser rakirina destnedayîna BDP’ê talûkene

Balûken: Nîqaşên li ser rakirina destnedayîna BDP’ê talûkene

Wekîlê Seroka Koma BDP'ê Îdrîs Bakûken bertek nîşanî daxuyaniya Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyin Tanriverdî ya ji bo destnedayîna parlementerê BDP’ê bê rakirin da. Balûken anî ziman ku, daxuyaniya Tanriverdî nayê qebûlkirin û mînaka neberpirsiyariyê ye û wiha got: "Ev niqaş talûke ne. Ger ku ev niqaşên talûke pêş bikevin Tirkiye bi salan naye ser xwe.

Êrîşa AKP'ê ya li hemberî parlementer, rêveber û endamên BDP'ê bê navber berdewam dikin. Li aliyekî di bin navê operasyonên “KCK”ê de rêveber û endamên BDP'ê tên girtin, li aliyê din parlementer, wezîr û Serokwezîrê hikûmeta AKP'ê bi devkî êrîşî BDP'ê dikin. 6 parementerên BDP'ê girtî ne û bi dehan şarearên BDP'î hatine girtin. AKP dixwazin ku destnedayîna parlementerên BDP'ê bên rakirin û wan li derveyî meclîsê bihêlin. Her çend Serokwezîr Erdogan bêje cihê siyasetê meclîse jî dîsa bi her awayî êrîşî BDP'ê dikin û dixwazin BDP'ê li derveyî meclîsê bihêlin.

Heri dawî Wekîlê Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokê Reveberiya Herêmî Parlementerê Manisa Huseyin Tanriverdi beriya civîna şaredaran parlementerên BDP’ê kir hedefa xwe û xwest di 1'ê Cotmehê de dema Meclîsa Tirkiyeyê vebû parlementerên têkiliya wan bi rêxistinê re hebin bên zelalkirin û ji meclîsê bên dûrxistin.

‘AKP DIXWAZE ÎFLASA XWE VEŞÊRE'

Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Îdris Balûken têkildarî daxuyaniyên Tanriverdî ji ajansa nûçeya ya DÎHA'yê re axivî û diyar kir ku, ev rewşa tengbûn û xetimandina hikûmeta AKP'ê dide nîşan û wiha got: "Hikûmeta AKP'e di qada polîtîk de ketiye tengasiyek mezin. Piştî daxuyaniyên Serokwezir Recep Tayyip Erdogan li dijî gelê Kurd û BDP'ê êrîşên lîncê destpê kiriye. Ev daxuyaniyên Tanriverdi diyar dike ku, polîtîkayên AKP'ê îflas kiriye.

‘GER DESTNEDAYÎN BÊ RAKIRIN DÊ ŞER GUR BIKE'

Balûken anî ziman ku, daxuyaniyên AKP'î Tanriverdî ji bo pêşeroja Tirkiyeyê pir talûke ne û ger destnedayina parlementerên BDPî bên rakirin dê Tirkiye têkeve nava pêvajoya şer. Balûken anî ziman ku, ev hewldan û daxuyanî di qada siyasetê de pir talûke ne û pêşeroja Tirkiyeyê dixe nava talûkeyê û wiha got: "Ger ku parlementer bên girtin, dê şer gurtir bibe. Kuştin dê zêdetir bibe û windahî zêdetir bibin. Ev ji bo her kesî ne başe. Ev daxuyaniya Tanriverdî berpirisyariyek herî xirab û serberdayi ye. Mînaka herî xirabe. Ev geşedan tev li ser fermana Erdogan pêş dikevin. Hemû daxwaz û israra şere. Lê divê rê li pêşiya van nîqaşan bê girtin û rê li pêşiya nîqaşên demokratîk bên vekirin.