Balefirên şer ên Tirk ên ku ji Meletiyê rabûn, herêmên çiyayî yên derdora navçeya Şemizînan a Colemêrgê bombebaran dikin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî pevçûnên dijwar ên duh êvarê li Şemizînanê qewimîn, balefirên şer îro ji balefirgehên leşkerî yên Amed û Meletiyê rabûn. Balefirên F-16 û F-4 herêmên bejahî yên navçeya Şemizînana bombebaran dikin.
Liv û tevgera balefirên şer berdewam dikin.