Piştî êrîşa îro li hemberî karwanê leşkerî yê li Çewlikê pêk hat, balefirên şer ji balefirgeha Leşkerî ya Amedê rabûn û bejahiyên Çewlikê bombebaran kirin.
Hat ragihandin ku piştî çalakiya gerîlayan a îro saet di 12.00 de li Çewlikê li hemberî karwanê leşkerî pêk hat û di encamê de 10 leşker mirin û zêdetirê 60 leşker birîndar bûn, balefirên şer ên ji Balefirgeha leşkerî ya Amedê rabûn dest bi bombebarana herêmê kirin.