Balefiran li Helebê taxa kurdan bombebaran kir

Balefiran li Helebê taxa kurdan bombebaran kir

Balefirên şer ên rejîma Suriyeyê Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ku piranî kurd lê dijîn, bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê, di êrîşê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da, gelek kes jî birîndar bûn.

Êrîş di saetên êvarê de li hemberî qada li nêzî Mizgefta Maruf pêk hat. Di encama êrîşê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da, bi dehan kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên bi navê Henan û Ebdîn ên li Taxa Eşrefiyê. Hate ragihandin ku êrîş ji aliyê balefirên şer ên rejîma Suriyeyê ve hatiye pêkanîn.